DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Yildirim: Em dê pergala serokatiyê pêk bînin

2 Hezîran
11:29 2016

ENQERE (DÎHA) - Serokwezîr Bînalî Yildirim, di civîna serokên bajêr ên AKP'ê de, got, çi dibe bila bibe ew dê bi makezagona nû pergala serokatiyê pêk bînin.

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokwezîr Bînalî Yildirim, di civîna serokên bajêr ên partiya xwe de axivî. Yildirim di civîne de got, "Makezagon çi dibêje bila bibêje, bi awayekî fiîlî berpirsiyariya siyasî ya serokomar xwe daye der" û diyar kir ku makezagon "makezagona derbeyê" ye.

Yildirim got, "Niha dem dema rêvekirina li ber makezagon û pergalê ye" û wiha berdewam kir: "Tu kes nîne ku bibêje 'Bila makezagon neguhere.' Çima naguhere? Nexwe li vir pirsgirêka samîmiyetê heye. Dibêjin 'Heke AKP bike, dê ji aliyê siyasî AKP xw epê xweyî bike.' Wekî pêşengê me dibêje, heke dê millet bi ser bikeve, bila em winda bikin. Qet ne xem e. Nêrîna me ev e. Etra me ne sibê, pêşeroja nifşê nû ye. Heke yê ku dê vê pirsgirêkê çareser bike, dîsa AKP bi xwe ye. Dê makezagona nû çêbike û dê pergala serokatiyê jî pêk bîne. Em dixwazin hevrikên me jî bibin hevparê vê makezagonê. Ji bo vê bi dehan caran em hatin gel hev. Lê me dît ku mebesta wan tiştekî din e. Bo vê rawestandina zêde, bo millet neheqî ye. Em dê teqez pêşniyara makezagonê têxin rojeva vê meclîsê."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN