DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Hêzên dewletê bi êrîşên zayendî koçberiyê ferz dikin!

 
2 Hezîran
09:12 2016

ŞIRNEX (DÎHA)- Şîdeta li hemberî jinan a ku parçeyeke şerê dewletê yê li Kurdistanê dimeşîne ye li Sîlopiyê roj bi roj zêdetir dibe. Tîmên taybet bi gotinên "çima hûn di vê germê de çarşevan li xwe dikin, derxînin em we bibînin" jinan taciz dikin û di heman demê de jî bi gotinên "Derkevin ji van deran biçin hûn ê van malên xirabûyî çi bikin" koçberiyê ferz dikin.

Navçeya Silopiyê ya ku ev bi mehan e êrîşên qirkirinê lê berdewam dikin, her çendî hat diyar kirin ku di 24'ê nîsanê de "qedexe" rabû jî êrîşên dewleta tirk a dagirker li hemberî welatiyan berdewam dike. Taxên wekî Zap, Barbaros û Cûdî yên ku bi hovîtiya dewletê re rû bi rû man, niha jî jinên taxê ji hêla endamên JOH û POH'ê ve tên tacîzkirin. Ev hêzên dagirker piştî li ser gelek dîwaran nivîsên nijadperest û derveyî exlaqê mirovahiyê nivîsin, van nivîsan niha di pratîkê de pêk tînin.

Jinên li taxa Zapê ya ku bi rojan di bin êrîşên hilweşandinê de man, niha di dorpêça maşînên zirxî de hewl didin jiyana nû bihûnin, her roj ji hêla polîsan ve bi êrîşên zayendî re rû bi rû dimînin. Jinên li taxa Zapê der barê van êrîşên hêzên dewletê de agahiyên sosret anîn ziman.

Heqaretê li cilên jinan dikin!

Jina ku nexwest navê xwe bêje diyar kir ku her çendî qedexe hatibe rakirin jî tu tiştek nehatiye guhertin. Jina ciwan da zanîn ku ew her dem bi tacîza polîsan re rû bi rû dimînin û wiha axivî: "Di carekî de dikevin hewşa malan, ji zarêkên piçûk bigirin, heta mezinan her kesî tacîz dikin. Li fîstanên ku em li xwe dikin mêze dikin û gotinên wekî fîstanê jinên êzidî li xwe dikin hûn çima li xwe dikin, dest ji cilên ku gawir li xwe dikin berdin' bi van gotinan heqaretê li me dikin."

'Li ser kaxizan hejmara dinvîsin'

Jineke din a li taxa Zapê rûdinê jî aşkera kir ku dema ew bi çarşevê li ber polîsan re derbas dibin, bi tacîza devkî re rû bi rû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji me re dibêjin 'di vê germahiyê de hûn çima çarşevan li xwe dikin, derxin em we bibînin' û bi van gotinan me tacîz dikin. Ji ber tacîza polîsan em nema dikirin li taxan bigerin." Jinan aşkera kir ku li ser parçeyên rojnameyan li zarokên wanên keç re hejmara telefonên xwe dinvîsin û ev tişt hat gotin: "Li ser parçeyên rojnamyan 'li me bigerin' denvîsin. Bi taybetî li vir polîsên bi pêkanînên bêexlaq tevdigerin gelek in, lê di hin aliyan de newêrin xwe bidin nîşan."

'Hûn hemû ermenî û gawir in'

Jineke din jî destnîşan kir ku dema zarokên wan li taxan re derbas dibin, her dem bi çêran re rû bi rû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li taxan her dem kom bi kom digerin, di taxan de sirûdên nijadperest didin guhdarkirin. Van muzîkan bi dengekî bilind guhdar dikin û li ser xwe diçin. Li gel zarokan gotinên wekî 'hûn hemû ermenî ne, hûn hemû b...in, hûn hemû Zerduştî ne! Zarokên xwe li kuçeyan bigirin em naxwazin wan bibînin' û nahêlin em bêhnê bistînin. Wekî çetêyên DAIŞ'ê tevdigerin."

Gever koçberiyê li jinan dixwin

Jina bi navê N.Y. a li taxa Barbarosê rûdinê, da zanîn ku di dema qedexeyê de bi zorê ji hêla polîsan ve hatine koçberkirin û got ku piştî vegeriyane mala xwe hewl didin ji nûve temîr bikin, lê polîs her dem wan tacîz dikin û nahêlin ew karên xwe bimeşînin N.Y. got ku polîsên tevgera taybet ên li taxên wan gelekî bi xofin û dema zarokênwan van polîsan dibînin, gelekî ji wan ditirsin û wiha pêde çû: "Em dixwazin birînên xwe bipêçin, lê her dema polîs li gel mere derbas dibin bi gotinên wekî 'hûn livir çi dikin? Derkevin biçin hûn dê çi ji van avahiyan bikin, li Stenbol, Mêrsîn û gelek cihên din cih hene, ne xwe dê li Silopiyê tiştekî baş ji bo we tune be' bi nav gotinan çavên me ditirsînin. Ji ber tacîza polîsan gelek jin bi hev re digerin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN