DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Koma Bênasname dibe dengê hemû nasnameyan

 
2 Hezîran
09:06 2016

HATAY (DİHA) - Koma muzîkê ya Bênasname, li kolanan bi star û muzîka xwe yên pir zimanî ziman û çanda nasnameyan diparezin. Kom bi kurdî, tirkî, erebî, gurçî stranan distrên û li gel astengiyên polîsan kolanan terk nakin. Endamên komê diyar kirin ku li gel zextên polîsan dê tu carî kolanan terk nekin.

Koma Muzîkê ya Bênasname ku di çileya 2016'an de hatin avakirin kolan bi kolan digerin û bi gelek zimanan stranan dibêjin. Koma muzîkê ku li kolanan stranan dibêjin heta niha gelek caran rastî êrîş û astengiyên polîsan hatine. Dîsa zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ya CHP’î her dem li pey komê ne û destûr nade ku li kolanan stranan bêjin. Endamên komê diyar kirin ku li gel hemû zextên polîs û zabiteyan dê stranên xwe yên li kolanan berdewan bikin.

Endamê Koma Muzîkê ya Bênasname Deniz Dînçman, anî ziman ku 10 salin mamosteyê muzîkê ye û di koma Bênasname de li Santurê dide. Dinçman, anî ziman ku koma wan pir nû ye û rastî eleqeyek gelek mezin tê û wiha got: "Berê me li Cafe, Bar u salonên dawetan stran digotin. Lê niha em li kolanan azad stranan dibêjin. Hemû mirov hemû ziman, hemû cureyên însanan tên guhdar dikin.

Dinçman, da zanîn ku ji aliyê gel ve rastî tu zor û pirsgirêkan nayên, lê ji aliyê polîs û zabiteyan ve her dem di bin dorpêç û êrîşan dene. Dinçman, da zanîn ku li aliyekî polîs, li aliyê din zabitayên şaredariya CHP'î wan rehet bernadin, lê dîsa jî dê heta dawî li kolanan stranan bêjin.

Endamê koma Bênasname Abdullah Elbeylî jî wiha got: "Ji bo em nasnameya hemû kesan bin me navê koma xwe kir "Bênasname" Em xwe aytî tu nasnameyan nabînin. Em xwe aydî hemû nasnameyan dibînin. Em bêtir tarza îlahi, deyîş û turkiyên âşikan dibêjin. Em bi kurdî, tirkî, erebî û gurçî distrên.

Tehamula polîsan li hemberî zimanên din tune ye

Elbeylî da zanîn ku dema bi tirkî stranan dibêjin polîs dengê xwe nakin, lê dema bi zimanê kurdî û zimanên din stranan dibêjin polîs tên zextan liwan dikin û nasnameyên wan kontrol dikin û wan asteng dikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN