DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

AYM hêviyê nade

 
2 Hezîran
09:04 2016

ENQERE (DÎHA) - Wekilên HDP'ê ji bo destnedayîna wekîlan neyê rakirin serî li Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) dabûn. Li bendê ye ku biryarê bide. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Prz. Kenan Maçoglu diyar kir ku ew ne bawerin ku AYM serlêdanên wan erê bike û dê dîsa têkoşina hiqûqê berdewam bikin.

Wekîlên HDP'ê bi riya parêzerên xwe ji bo destnedayîna wekîlan neyê rakirin serî li Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) dabûn. Raportorê AYM'ê der barê serlêdanan re fikra xwe ya redê anî ziman. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Prz. Kenan Maçoglu û Endamê Lijneya Dîsiplînê ya CHP'ê Prz. Selahattin Emre Têkildarî helwesta AYM'ê diyar kirin ku ew difikirin ku AYM serlêdanê red bike.

Prz. Kenan Maçoglu, anî ziman ku AYM ji bo serlêdanan red bikin li bahaneyan digerin û zêde heviya wan ji AYM'ê tune ye.
Maçoglu, da zanîn ku dadgeh li gorî siyasetê biryarê dide û îhtîmala ku serlêdanê red bike zêde ye û wiha got: "Erdogan dibêje 'ez serokê zagonsazî, daraz û rêveberiyê me' Erdogan xwe serê hr tiştî dibîne. Ger ku wisa be Daraz û AYM nikare li gorî edaletê biryar bide. Ger ku AYM red bike em dê serî li DMME'ê bidin."

Ger AYM red bike wekîl dê mafê xwe yê tekakesî bikar bînin

Endamê Lijneya Dîsiplînê ya CHP'ê Prz. Selahattin Emre jî anî ziman ku ew ne bawer e AYM'ê erê bike û dê serlêdanê red bike. Emre, anî ziman ku ger AYM red bike wekil xwedî mafin ku bi awayekî tekakesî serî li DMME'ê bidin û wiha got: "Bi awayeki asayî Daraz û Qanûnsazî saziyên serbixwe û girêdayî gel in. Ji ber vê yekê tevlêbûna Serokomar a civina Serokên Darazê li dijî Qanûnê ye. "

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN