Hikûmet înkar dike lê nikare tune bike
RIHA (DÎHA) - Îxtîdara AKP'ê her çend kêl û pîneyên xwe veşerê û qrîza xwe ya aborî înkar bike jî, bi sedan kesên li pêş malên xwarinê yên li Rihayê dikevin dorê, înkara AKP'ê pûç dike.
Îxtîdara AKP'ê îdîa dike ku di desthilatdariya xwe ya 14 salan de gelek pirsgirêk çareser kirine. Bi taybetî di qada aborî de îdîa dike ku gelek gavên mezin avêtine û qrîza aborî ya Tirkiyeyê înkar dike. Lê her çend AKP qrîza aborî û xizaniyê înkar bike jî nikare bi milyonan mirovên betal tune bike û bi hezaran welatiyên li ber deriyê aşxaneyan dikevin dora xwarinê ji holê rake. Li Rihayê bi sedan welatiyên her roj li ber deriyê aşxaneyan dikevin dorê rastiya AKP'ê ya qirîza aborî aşkere dike. Mirovên ji berh xizaniyê neçarî tasek şorbe bûne her roj bi saetan li ber deriyê aşxaneyê dikevin dora xwarinê.
Li Navçeya Eyyubiye ya Rihayê aşxaneya ku ji aliyê Şaredariya Rihayê ve hatiye avakirin dîmenê xizaniya li Tirkiyeyê li ber çavan radixe. Her çend AKP înkar bike û veşêre jî ev dîmen rastiya aborî, xizanî û rezaleta ku hikûmetê aniyê serê welatiyan nîşan dide.
Welatiyekî ku navê xwe neda, diyar kir ku nêzî 35-40 hezar welatiyên Rihayê xizan in û ev sazi xwarin û cilan li wan belav dike.
(mae)