DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Yildirim komkujiya 100 hezaran ermeniyan 'bêwate' dît

 
1 Hezîran
10:26 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokwezîr Bînalî Yildirim ê ji hêla Serokomar Erdogan ve hat peywîrdar kirin û di her axaftina xwe de bi devikê Erdogan diaxive, Komkujiya Ermeniyan a sala 1915'an a ku dê roja pêncşemê li Parlamentoya Almanyayê bê qebûlkirin, daxuyaniyên sosret da. Yildirim komkujiyan bi 100 hezaran ermeniyan wekî "buyerek ji rêzê" da nîşan.

Komkujiya Ermeniyan a sala 1915'an de pêk hat, ev demek dirêj e di rojeva Parlamentoya Almanyayê de ye û tê payîn ku roja pêncşemê ji hêla Parlamentoya Almanyayê ve wekî "komkujiya nîjadî" bê qebûlkirin. Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim ê ku ji hêla Serokomar Erdogan ve hat peywîrdarkirin, der barê biryara Parlamentoya Almanyayê de axivî û ev tişt got: "Ev buyereke gelek bê wate ye. Tu rastiya wê li holê tune, buyereke di 1'emîn Şerê Cihanê de pêk hatiye, tişta di sala 1915'an de pêk hatiye jî wisa ye û li her welatî tiştên wiha pêk tên û ev jî buyereke ji rêzê ya dişibe wan e."

'Em tu tiştekî venaşêrin'

Yildirim di dewama axaftina xwe de komkujî piçûk dît û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Tu tiştekî meyê ku em veşêrin tune. Em dema vê yekê di hesabên xwe yên navxweyî de bi kar bînin ev dê xelet be. Bêguman dê têkoliyên di navbera me û Almanyayê de xirab bike. Em naxwazin têkiliyên me zerarê bibînin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN