DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Xeyala Dewrêş xeyala me hemûyan...

 
1 Hezîran
09:15 2016

AYŞE KURAN

AGIRÎ (DÎHA)
- Senaryonivîs û derhêner Omer Şahîn ê Destanê Dewrêşê Ewdê bi navê "Xeyala Dewrêş" yekem car e weke şano çêkir diyar kir ku destan ji ber ku dişibe roja me ya îro şano û wiha got: "Wekî ku tê zanîn Dewrêş di dîroka kurdan de cihê xwe girtiye. Ev xeyala ku hemû kes di bin baneke azad de di nava aştiyê de bijî ne. Li gorî min xeyala Dewrêş ev bû. Me jî konsepta lîstî li ser vê înşa kir. Xeyala Dewrêş xeyala me hamûyan."

Destanê Dewrêşê Edê ku yek ji sembola berxwedana kurdên serî netawandine ye bi navê "Xeyala Dewrêş" yekem car bû şano. Senaryonivîs û derhêner Omer Şahîn ê ku ev xebat kir hem lîstik hem jî xeyalên Dewrêş û Edulê vegot. Şahîn ê ku berê li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê bû lê niha li Navenda Çandê ya Nûda ye û xebatên şanoyê didomîne diyar kir ku çîroka Dewrêş dişibe roja me ya îroyîn.

Şahîn anî ziman ku nivîsandina senaryoya lîstikê û amadekariyan bi mehan berdewam kiriye û wiha got: "Destan di salên 1700'an de hatiye jiyîn bûyereke rast e. Ango heqîqetekî beriya 300 salan hatiye jiyîn. Dİ navbera qodên wê demê û yên îro de tiştên dişibin hev hene. Yanî hem di warê civaknasî hem jî siyasetê de bûyerên ku wê demê hatine jiyîn dişibin îrob Vê jî bala me kişand. Çawa wê demê çeteyên ereb ên ji Rojava dihatin êrîşî gundên kurd, ermen û suryanan dikirin îro jî heman êrîş hene. Wê demê pêkûtiyên osmaniyan hebû îro jî heman pêkûtî berdewam dike."

Berxwedana Dewdêş li ser dikê ye

Şahîn da zanîn ku xwestine destanê bi şanoyê ve derxîn holê û jinûve senaryoyek nenivîsandine û ha heyî bi rastiya îro re anîne ber hev û kirine şano. Şahîn wiha axivî: "Wê demê şerekî pir qirêj hebû. DEma ku mirov lêkolînên wê demê dinêre di destan û stranan de em balkêşiya bûyerna dibînin. Me xwest ev tiştên dişibin hev bi şanoyê ve derxînin holê û bînin pêşberî temaşevanan. Me şîroveya xwe ya rojane jî bi awayeke zirarê nedin ruhê destan bi şanoyê ve kir."

Dewrêş û Edulê hatin girtin

Şahîn destnişan kir ku piştî ku provayên lîstikê dest pê kiriye Tuba Can a ku di qerekterê Edulê dilîst û Abdulhamît Aktaş ê qerekterê Derwêş dilîst hatin girtin ji ber vê yekê demeke dirêj navber dan xebatên xwe û weha berdewam kir: "Dema ku ew hatin girtin morala me jî xirab bû hinekî. Bi vî rengî lîstîk derxistin lîstikvan dîtin 2 mehan berdewam kir. Temaşevanan lîstik ecibandin ji ber vê yekê em kêfxweş bûn. Bi tevahî 20 lîstikvanên me hene. Heta ji destê me tê em dixwazin li deverên din jî lîstikê bilîzin. Armancake me yê wisa heye."


Şahîn destnîşan kir ku watela destan a ji eşqa Dewrêş a ji bo Edulê wêdetir e û wiha got: "Di lîstikê de me cewherê destan girt lê bi çaveke cuda em nêzîk bûn. Li gorî Mehmet Uzun Dewrêş ji ber îxanetan hate qetilkirin. Lê tiştekî wisa heye ku starên Edulê, der barê îxaneta Temir Axa de gelek tiştan vedibêje. Û xeyaleke Dewrêş heye. Yekîtiya kurdan. Dewrêş bi vî fikrê ve cihê xwe dîrokê de digire. Me jî di çarçoveya fikr û ramanên Derwêş de xeyalek înşa kir. Ev xeyala a ku hemû kes bi hevre di nava aştiyê de bi awayeke azad bijîn e. Li gorî min xeyala Dewrêş ev bû. Me konsepta lîstikê li ser vî esasî înşa kir. Me hêviyên xwe yên ji pêşerojê bi Dewrêş re parve kir. Xeyala Dewrêş xeyala me hemûyan. Di kîjan fikrê de be, di kîjan rengê de be xeyala di bin baneke azad de jiyankirin e. Ji ber vê yekê jî me navê lîstikê kir Xeyala Dewrêş."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN