DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Fîlmeke ku jiyana jinan a kolektîf vedibêje: Koma Dam

 
1 Hezîran
09:10 2016

ÎZMIR (DÎHA) - Pêşengeha bi navê "Ji Bo Bîranînê û Fêmkirinê li Bajêr Mêzke", piştî li Stenbol û Amedê li Îzmirê jî hat pêşandan. Kurtefîlma bi navê Koma Dam a ku li ser pêşengehê balê dikişîne, li ser avahiyeke bê plan a li Êlihê hatiye kişandin û jiyana jinên a alternatîf vedibêje.

Pêşengeha bi navê "Ji Bo Bîranînê û Fêmkirinê li Bajêr Mêzke", ya ku ji 10 bajaran bi beşdariya 24 ciwanan hatiye vekirin, piştî li Amed û Stenbolê hat pêşandan, li Îzmirê ji bo hunerhezan hat pêşandan. Pêşengeha bi kurdî û tirkî hatiye amadekirin û di navbera dîrokên 27'ê Gulanê û 25'ê Hezîranê de dê li Navenda Hunerê ya Rojane ya K2 hat pêşandan, kurte vîdeoya bi navê "Koma Dam" ya ji hêla Bêrîvqan Akelma û Yagmur Cîhan ve hatiye amadekirin balê dikişîne.

Mîmariya bajêr ya bi jinê re hevrû bûye

Vîdeoya ji hêla avahîzaza bi navê Bêrîvana Akelma ya ji Amedê û aktivîsta mafên jinan a ji Balikesîrê Yagmur Cîhan ve hatiye kişandin, kurte vîdeoyê 12 keqe dom dike, li ser avahîsazî û hîmbûnên jinê radiweste, jiyana komek jinên li Êlihê li ser avahiyeke ku ji bo xwe xistine wergeh disekine.

Di fîlmê de çanda li Kurdistanê beşeke taybet digire, bi taybetî di mehên havînê de nîqaş, bi hev re demderbskirin û di hewaya vekirî de li derva li ser avahiyên bê plan jiyana alternatîf a jinên li Êlihê dide nîşan.

‘Xebata bi hev re bandor li ser me kir’

Yagmur Cîhan ya li projeya BAK mêze dike, ji Balikesîrê beşdar bûye û di heman demê de aktivîst e. Cîhan avakarê Platforma Azadî û Jiyana Balikesîrê û Civaka Jinê û Jinên Zanîngeha Balikesîrê ye, hevala wê ya projeyê jî Bêrîvan Akelma ya di Şaredariya Amedê de avahîsaziyê dike ye. Jinên ciwan diyar kirin ku ew bi Koma Dam re têkoşîna azadiya jinê bi avahîsaziya bajêr re tînin gel hev.

Cîhan der barê çîroka fîlmê de jî ev tişt anî ziman: "Me hin lêkolîn û nirxandin pêk anîn. Di dawiya lêkolînê de em pê hisiyan ku li Êlihê cihekî tenê aydê jinan heye û li wir bi hev re diaxivin, bi hevre stranan dibêjin, bi hev re fîlman temaşe dikin, xarin çê dikin û cihekî wekî 'DAM' me dît. Cihekî ku jin bi hev re tiştekî dikin bandor li ser me kir. Li ser vê yekî me biryar da ku em xebateke wiha bidin meşandin û piştî me jin îqna kirin, me xebatke 4 mehan da despêkirin û me kurtefîlimek çêkir."

(ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN