DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Hilberîneran tiştên hêvî dikir nedîtin

 
1 Hezîran
09:07 2016

HATAY (DÎHA) -Li Hatayê palehiya genim dest pê kir yê helberinedar tiştên ku hêvî dikirin nedîtin. Li Hatay a ku genimî herî bi qelîte yê Tirkiyeyê tê hilberandin li gorî salên borî baş e lê ji ber ku peyn û mazot gelek buha ne, buyahê genim neguheriye ji ber vê yekê jî hilberîner tiştên ku hêvî dikirin nedîtin.


Li Hatayê ku yek jî bajarên Tirkiyeyê ya genima bi qelîte tê hilberandin, palehiya genim dest pê kir. Hilberînerên ku ji ber buhayê peyn û mazotê bi gazinc in ligel ku hilberîn baş e jî rûyên wan nekeniya. Cotkarê bi navê Mîthat Mîroglu diyar kir ku li gorî salên borî hilberîn baş e lê ji ber ku buha zêde ye mane însafa sektora taybet.

'Dewlet ne li cem gundiyan e'

Mîroglu destnîşan kir ku ji ber ku lêçûnên wan zêde ye rûyê cotkaran nakene, ligel ku li welat ji sedî 60 çandinî û sewalkarî tê kirin ji ber vê yekê jî divê dewlet alîkariyê bide hilberîneran ev yek pêk nayê. Mîroglu da zanîn ku genimê herî baş ê Tirtiyeyê li Çukurovayê hê hilberandin û wiha axivî: "Genimê Çukurovayê, li gorî yê Anatolyaya Navîn di warê buha de baş tê dîtin."

'TMO dostê bazinganan e'


Mîroglu da zanîn ku di têketina Ofîsa Mahbulên Axê (TMO) de nivîsa "Em dostên coktaran ên rojên tarî ne" heye lê ev derew e û wiha berdewam kir: "TMO di rojên wisa de divê xwedî li me derkeve. Lê me tu tiştekî wan nedît. Ji ber vê yekê jî divê ew nivîs wekî 'Em doztên bazirganan ên rojên tarî ne' bê guhertin." Mîroglu da zanîn ku li welatên Ewropayê û yên din buha kêmtir lê li gorî vê yekê jî lêçûn jî kêm in û ev agahî da: "Li ber serê me li Sûreyeyê mozot bi 50 quruş e, li Tirkiyeyê cotkar lîtreya mazotê 3 TL û 50 quruşê dikire. Ji ber ku buhayê mazotê zêde ye, cotkar ne qezenc dike ne jî rûyê wî dikene."

Mîroglu bilêv kir ku TMO'yê hê jî buhayê genim aşkera nekiriye, ber bi dawiya hezîranê tê aşkerakirin ji ber ku dereng tê aşkera kirin jî cotkaran ji însafa sektora taybet dihêlin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN