DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Lêgerîna 22 salan a edaletê

 
31 Gulan
09:36 2016

EVRİM KEPENEK

STENBOL (DÎHA)
- Belgesela der barê jiyana Îlhan Samî Çomak ê 22 salin girtî ye û di şop û lêgerina edalete de ye hat pêşandan û rastî eleqeyek mezin tê. Sibê rûniştina doza Çomak tê dîtin û fîlm lêgerîna Çomak a edaletê ya 22 salan vedibêje.

İlhan Sami Çomak 22 sal berê hêj 21 salî bû dema Beşa Erdnîgariyê ya Zanîngeha Stenbolê dixwend di sala 1094'an de hat binçavkirin û hat girtin. Çîroka ku Îlhan Samî Çomak ê 22 salin di zindanê de û bi awayekî fîlî ne di nav de be jî di navenda wê de cih digire bi fîlmê Şandiyar tê vegotin. Fîlm li ser rastiya jiyana Îlhan ê girtî û malbata wî ya 21 sal bêyî wî dijî hatiye hûnandin. Çîroka fîlm bi nameyên ku Îlhan nivîsandiye tê vegotin. Hester, jiyan, hevî û baweriyên wî tê zindîkirin. Atmosfera fîlm, ji zanîn û belgeyan wêdetir hest serdest in. Çîrok, di şexsê Îlhan de bi rêbaza kronolojiyekê dîroka zindanê û têkoşîn û lêgerîna girtiyekî ya li zindanê û dervê zindanê û rastiya jiyanê vedibêje. Îlhan samî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve di sala 1994'an de hat binçavkirin. Nêzî 15-16 rojan li midûriyeta polîsan rastî îşkenceyê hat. Piştre ji aliyê dadgeha ku dadgerê leşkerî lê dinere lêpirsîn hat kirin. Di encamê de jî hat girtin û şandin girtîgehê. Heta salên 1999'an dem dem rûniştinên dozê hat dîtin. Dadgehê hin delîlên qedexe, çîrokên ku li ser îfade û daxuyaniyên di bin çavan de hatine kirin û curimê îtîrafkaran wekî rast qebûl kir. Bi van delîlên li dijî hiqûqê û çîrokên bê esil dosyayek çêkir û bi vê dosyayê cezayê herî giran hukmê îdamê yê Zagona Cezaye Tirk da Îlhan. Cezayê TCK 125. Lê piştre dadgehê hal û helwesta Îlhan a baş li ber çavan girt û cezayê îdamê vegerand cezayê muebbetê. Heqûqnasan jî piştî vê biryarê dosya der baê Îlham de birin DMME'ê. Di sala 2007'an de DMME'ê em mafdar dîtin. Di rastiyê de jî di dosyayê de hebûna Hekîmê leşkerî wekî îhlal dît. Ji hikûmetê re jî got 'Tu dikare vê îhlalê rast bike û ji nûve darizîne.' Dadgehê jî biryar da ku ji nûve darizîne. Niha di lîteratura hiqûqê de wateya ji nûve darizandinê ev e.

Ev biryar piştî ket bin venêrtina DMME'ê û şûnde îhlalek pêk hatiye. DMME'ê jî liser vê îhlalê ji Tirkiyeyê xwest ku "Îhlan ji nûve bi awayekî adîl darizîne û bang kir û biryar girt.

Çomak dê di 1'ê Hezîranê de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji nûve bê darizandin û derkeve pêşberî dadgehê. Malbatê li dijî bê hiqûqiyê li ser medya civakî kampanya "Edalet" da destpêkirin. Çomak, di cîhanê de îmzeya xwe davêje darizandina herî dirêj a di girtîgehê de. Berî darizandina Çomak, derhêner Sertaç Yildiz û Çîgdem Mazlum bi navê "Şandiyar: Îlhan Çomak" belgefîlm amade kirin û pêşkêş kirin. Belgefîlm li Amedê di rojên FîlmAmed de hat pêşandan. Di rojên Befîlîmên Stenbol a Documentarist li SALT Galata yê jî derket pêşberî temaşevanan. Yekem car bi riya nameyan belfîlmek tê amadekirin û têkoşîna girtiyê zindanê bi raya giştî re tê parvekirin.

Çomak û malbata Çomak 22 salin têkoşîna edaletê didin û bi hevîne ku edalet bi ser bikeve.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN