DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin dê destûr nedin kes mudaxaleyî jiyana wan bike

 
31 Gulan
09:05 2016

ENQERE (DîHA) -Hefteya borî li qada Kizilayê komek mêren bi cube belavokên ku dixwest "Jin bedena xwe bigirin" belav kirin. Komek jin mudaxaleyî mêran kir û destûr neda ku mêr van belavokan belav bikin. Endama komê Gulşah Ozturk a îsyan derxist diyar kir ku ger destûrê bidin vê ferasetê dê cih dê cih ji jinan re nemîne û hemû mafên jinan dê ji destê wan bê girtin.

Rojên borî li qada Ataturk a kolana Kizilayê komek zilamên bi cubbe belavokên ku dixwaze "Jin bedena xwe bigirin" belav kirin. Piştî mêran ev belavok belav kirin rastî mudaxaleya komek jin hatin. Ji koma ku mudaxaleyî mêran kir û destûr nedan ku belavokan belav bikin endama
Halkevcî Gulşah Ozturk armanc û nêzîkatiya li hemberî vê feraseta mêran ji DÎHA re anî ziman. Ozturk, anî ziman ku tu kes nikare jinan re bêje "Tu van tiştan bike û van tiştan neke tu rastî tundiyê nayê." û wiha got: "Berteka me bi tevahî li dijî feraseta mêr a serdest e.Berteka me li dijî feraseta dijminantiya jinê ye. Em li du deverên Enqereyê destûr nadin paşverûyan.
'Me mudaxaleyî kesên belavok belav dikirin kir.

Gulşah Ozturk, ani ziman ku dema koma zilamên bi cubbe belavok belav dikir hevalek wan ew dîtin û li ser vê yekê wan mudaxaleyî wan kir û wiha got: "Em rastî komek 5 kesan hatin. Dema em çûn wir bi awayekî pir hêsan û asayî mudaxaleyî jiyana jinan dikirin û dixwestin jin li gorî wan xwe bi teşe bikin.Li ser vê yekê me mudaxaleyi kesên belavok belav dikirin kir. Me destûr neda kesên paşverû belavokan belav bikin.Me xwest bi lezgîn Kizilayê terk bikin. "
'AKP vê hişmeniyê bi kok dike'

Ozturk, anî ziman ku naveroka belavokê û daxuyaniyên wekîl û wezîrên AKP didin heman dişte û xuya dibe ku behrem û feraseta wan ji heman kokê tê. Ozturk, da zanîn ku ev feraset bingeha xwe ji AKP'ê digire û AKP vê ferasetê bi rêxistin û kok dike.
Berteka me îsyana me ye

Ozturk, da zanîn ku ew matmayî man ku ev kom çawa hêsan û aram tev digerin û berteka wan a li hemberî vê ferasetê isyana wan e. Ozturk,destnîşan kir ku du milên vê ferasetê heye û wiha got: "Milek jê aliyê paşverû û îstîsmarkarê zarokan e. Milê ku jinan qetil dike û jinan dike koleyê xwe. Milê din jî ya ku dibêje ev wisa nabe û vîna jinê jî heye. Em wekî milê halkevcî dibêjin ev wisa nabe. Ji ber vê yekê berteka me îsyana me ye. Kes nikare tev li jiyana jinê û cilê wê bibe. Kes nikare bêje jin çima û çawa li xwe dikin. Kes nikare bêje wisa bijî û wisa nejî. Ev dijminaniya li hemberî jinê ye.Em li enqereyê destûr nadin vê ferasetê. Ger ku em destûr bidin vê ferasetê dê mafê jinan bêtir bê binpêkirin û mafê jinan bêtir bê xwarin. Divê em li dijî barikata paşverû, kevneperest û tundtiyê rawestin û hilweşînin Ev hewldana me hêj destpêk e û em destûr natin vê ferasetê."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN