DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Demîrel: Em bi sekna xwe dîrokê dinivîsin

 
31 Gulan
09:03 2016

AMED (DÎHA) - Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel, têkildarî ziyareta Serokomar Erdogan, destnedayîna wekîlan û amadekariyên mîtînga 5'ê Hezîranê ya Amedê nirxandin kir. Demîrel, diyar kir ku di meclîsê de partiya çalak muxalifîyê dike tenê HDP ye û wiha got: "AKP'ê CHP û MHP jî daye pişt xwe û dixwaze HDP'ê tasfiye bike. Ji ber şaredariyên herî baş û zelal dixebitin yên DBP'ê ne êrîşî BDP'ê dikin. Gelê kurt tu carî li hemberî zilmê serî netewand û ji niha û şûnde jî dê tu carî serî netewîne. Di 5'ê hezîranê de bi sed hezaran gelê me dê li Qada Îstasyonê kom bibe û helwesta xwe nîşan bide."

Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, tekildarî destnedayîna wekîlan, guhertinên Qanûna Esasî, hatina Serokomar Erdogan û mîtînga 5'ê Hezîranê ya Amedê nirxandin kir. Demîrel, diyar kir ku ji ber HDP li meclîsê muxalifiyek xurt dike AKP, MHP û CHP bûne yek û dixwazin rê li pêş siyaseta demokratik bigirin û wan ji meclîsê tasfiye bikin. Demirel, anî ziman ku bi fermana Serokomar Erdogan û îxtîdara AKP'ê li dijî kurdan êrîşa komkujiyê tê meşandin û wiha got: "Ji ber vê yekê bajarên Kurdistanê xera dikin û wêran dikin. Komkujiyê pêk tînin. Li Dersim, Koçgiri, Zîlan komkujî pêk anîn û îro jî ev komkujiyên li ser kurdan berdewam dikin. Gelê kurd tu carî li hemberî komkujiyan serî netewand û dê ji niha û şûnde jî tu carî serî netewîne. Gelê kurd her dem aştî, azadî û mafê xwe yê demokratîk dixwaze. Statuya xwe dixwaze."

Şerê li Kurdistanê şerê Serokdewletiyê ye


Demirel, anî ziman ku şerê li Kurdistanê tê meşandin şerê serokdewletiyê ye û wiha got: "Ji 12'ê Îlonê heta niha Serokwezîr û Serokomar dibêjin 'Em dê hemû kurtan tune bikin', 'em de her derê paqij bikin', 'Em dê koka wan biqelînin' Lê heta niha çiqas serokwezîr û serokomar hatin nekarîbûn kurdan tune bikin û baqij bikin. Kurdan bêtir xwe bi rêxistin kir û bêtir xwe pêş xist. Kurdan di ber xwe da û serî hilda. Heri dawî Davutoglu jî heman tişt got, lê ew hat paqijkirin.
Hemû bi boneya kurdan tasfiye bikin polîtîkayên komkujiyê li ser kurdan dimeşînin. Dibêjin an em tê tune bikin an jî em dê Kurdistanê li wan bikin zindan. Lê gelê kurd tu carî serî danenî û dê tu carî serî danîne. "

Hatin peyama xerakirinê bidin

Demîrel, hatina Serokomar Erdogan jî rexne kir û da zanîn ku hatina wan a bi komî xwestin peyama tunekirin û xerakirinê bidin kurdan û wiha berdewam kir: "Erdogan peyama xerakirin û wêrankirinê da kurdan. Hêj şopa cenazeyê Rozerin li holê tune ye. Hêj dayik şûna xaniyê xwe nas nakin. Lê em dê her dem li dijî wan serbilind tev bigerin. Heqaret li olê Zerduştiyê kir. Baweriya vî miletî bi te nekeriye. Gelê kurd û HDP xwedî seknek bi rûmet e û dê heta dawî sekna xwe ya birûmet berdewam bike. Ji ber vê yekê AKP'ê MHP û CHP daye pişta xwe û êrîşî HDP'ê dike. Em dê her dem sekna xwe ya li hemmerî aştî, demokrasiyê berdewam bikin."

'Dê sed hezar di 5'ê Hezîranê de bibin yek

Demîrel, herî dawî têkildarî mîtînga HDP'ê Hezîranê ya Amedê jî anî ziman ku gelê Amedê dê bi 100 hezaran li qada Îstasyonê kom bibin û dê bêjin "Ji darbeyê re na" Demîrel, anî ziman ku gelê kurd dê li nirxênk xwe xwedî derkevin û wekî li Sûr, Cizîr, Şirnex û Silopya xwedî derket dê li dijî êrîşên komujiyê di 5'ê Hezîranê de li QAda Îstasyonê bibin yek.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN