DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Kurtulmuş: Di şer de 6 hezar avahî ser û bûn bûn

30 Gulan
13:15 2016

ENQERE (DÎHA) - Civîna Lijneya Wezîran a îxtîdara AKP'ê li Koşka Çankayayê bi awayekî herî kin pêk hat. Piştî civînê Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş, diyar kir ku dê dîsa di şer de berdewam bikin û îtîraf kir ku di şerê li Kurdistanê de heta niha 6 hezar avahî ser û bîn bûne.

Hikûmeta 65'emîn yekemîn civîna xwe li Qesrê di serokatiya Serokomar Tayyip Erdogan de pêk ani. Hikûmeta 65'emin niha jî Lijneya Wezîran li Koşka Çankaya di Seroktiya Serokwezîrê peyvirdarkirî Binalî Yildirim de pêk hat. Civîna herî kin ku 110 deqîqeyan ajot bi dawî bû. Di civînê de dîsa biryara berdewamkirina şer derket.

Piştî civînê Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, hikûmeta niha wekî hikûmeta reform û pêngavên nû bi nav kir. Kurtulmuş, pesnê xwe da û wiha got: "Hikûmet dê dawî li terorê bîne. Vîna meclîsê ku daniye holê dê di demek nezîk de dawî li terorê bîne. Karê hikûmetê yê ewil Qanûna Esasî ji nûve saz bike. Dîsa dê pergala Serokdewletiyê têxe rojeva xwe."

AKP 6 hezar avahî dem û dûz kir


Kurtulmuş, îtîraf kir ku li 5 navçeyan bi giştî 6 hezar û 321 avahî hatine xerakirin û maliyata wan 855 milyon lira ye.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN