Klîp bû sedema fezlekeyê
HAYRÎ DEMÎR
ENQERE (DÎHA) - Di fezlekeyên der barê parlamenterên HDP'ê de her roj skandalek zêde dibe û yek ji fezlekayan jî wekî ku mînaka "evqas jî nabe" ye. Dozgeriyê der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de fezleke amade kir, klîba 4 deqîqe ya di Newroz TV a li derveyî welat weşanê dike ji bo rakirina destnedayîna Demîrtaş hincet hate nîşandin. Lê dozgeriyê di navbera klîp û Demîrtaş de têkîliyekî çawa daniye jî nediyar û di vê mijarê de yek hevok jî tuneye.
AKP ji bo destnedayînên parlamenteran bê rakirin pêşnûmeya guhertina qanûna esasî ya anîbû meclîsê hate qebûlkirin û ji bo erê bike pêşkêşî Serokomar Tayyîp Erdogan kir. Fezlekeyên ku der barê parlamenterên HDP'ê de tên amadekirin jî tijî skandal in. Der barê parlamenterên HDP'ê de ji ber ku gotina "Kurdistan" bi kar anîne, daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di Newroza 2013'an de xwendine, beşdarî nimêja înê ya sivîl bûne, pêşnûme pirs dane fezleke hatin amedkirin. Vê carê jî klîba muzîkê ya di Newroz TV de hate weşandin jî bû hinceta fezlekeyê.
Der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve fezlekeya ku hatiye amadekirin wekî ku mînakekî mirov dibêje "evqas jî nabe" ye. Dozgeriyê klîbekî ku di 27'ê cotmeha 2015'an de di Newroz TV a ji Belçîkayê weşanê dike ya ji 4 deqîqeyan pêk tê ji bo rakirina destnedayîna Demîrtaş hincet nîşan da. Di fezlekeyê de tê gotin ku armanca amadekirina klîba navborî ev e; "bi dîmenên di navbera gel û hêzên ewlehiyê de yên şîdetê, şîdeta li dijî girseya hedef hatiye girtin û propagandaya serhildanê tê kirin." Lê di navbera Demîrtaş û klîbê de têkîliyekî çawa heye têkîldarî vê yekê yek hevok jî tuneye.
Dozgerî têkîliyekî çawa di navbera klîbê û Demîrtaş de heye tiştek negotiye yê di lêpirsînê de balkêş e wekî "mexdûr" jî Serokomar Tayyîp Erdogan hatiye nîşandan.
Ji ber TV a ku tuneye di dîroka nayê zanîn beşdar bûye de jî fezleke
Fezlekeyên der barê Ferhat Encu û Faysal Sariyildiz de hatine amadekirin jî skandal in. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê der barê Encu û Sariyildiz de bi îdiaya "gel texrîkî dijminatiyê kirine" di lêpirsîna da destpêkirin de jî hate xwestin destnedayîn bên rakirin. Lê ne navê kanala televîzyonê, ne navê bernameyê heye.
(sa)