Demîrtaş: Em ê ne zilmê ne jî mirinê qebûl bikin
AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di kongreya HDP'ê ya Amedê de axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê dê li dijî partiya wan, parlamenteran, şaredariyan êrîşên xwe zêde bike, bang li gel kir xwest xwedî li îradeya xwe derkevin. Demîrtaş anî ziman ku ji ber ku li ber AKP'ê serê xwe natewînin pêkûtî li wan tê ferzkirin û wiha got:"Em ê ne zilmê me jî mirinê qebûl bikin."
2'yemîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ya Amedê piştî ku polîs ketin Salona Sporê ya Peyasê ya beriya kongre dest pê bike bi hinceta dê "lêgerîna bombe" bikin û pankart û poster rakirin û birin bi anîn pankartên nû dest pê kir. Li salona kongreyê pankartên "Jin jiyan azadî" Em hêvîdar in, bi biryar in, em ê bi serkevin" "Bi rêveberiya xwecihî em ê jiyana azad înşa bikin" hatin daliqandin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên HDP'ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdar bûn. Di kongreya ku Dayikên Aştiyê di refên pêş de rûniştin de standa pirtûkan a Weşanên Aramê hate vekirin. Peywirdarên HDP'î hem li derve hem jî li hundir lêgerîn kirin û beşdar girtin hundir.
Kongreyê bi xwendina sirûda "çerxa şoreşê" û rêz girtinê dest pê kir. Piştre jî axaftina Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç hate guhdarkirin, sînevîzyona ji wêneyên Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir, siyasetmedarên kurd ên jin Sêvê Demîr û Fatma Uyar hate pêşandan. Axaftina vekirinê ya kongreyê Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer kir. Ozer got ku ew di merlayeka ku gotin qediyaye de ne û wiha got: "Feraseta qirêj a ku serkeftina me ya hilbijartinê ranekir di 5'ê hezîranê de qatlîamek pêk anî. Me bersiva herî mezin di 7'ê Hezîranê de da. Ligel hemû astengiyan û êrîşan em li ser piyan in. Wekî sûrên Amedê em ê her tim hebin."
Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş bal kişand li ser berxwedana gelê kurd.
Hin beşên axaftina Demîrtaş wiha ye:
"Têkneçûn di dilê gelê kurd de heye. Ji ber ku em mafdar in em ê bi ser kevin. Dozên mafdar têk naçin. Hemû gelên hatine eciqandindibe ku dem dirêj be an jî demkurt be lê li hemberî faşîzmê teqez bi ker ketine. Ev gelê polîtîk jî vî dizane Qesr jî dizane. Ji ber vê yekê Qesrê aqilê xwe winda kiriye. Divê bêaqilên ku bi bêexlaqiyê ve girêdane welat birêve nebin. Li vî axê hemû nasname û bawerî hemayên esasî ne. Xeml nîne. Em dikarin bi rêbazên demokratîk bihevre bijîn. Ev hikûmeta talanê ye û nasname û baweriyan talan dikin. Em li hemberî van li ber xwe didin. Hemûyan bîat kirin. Neteweperest û CHP binêrin hemûyan peymanên qirêj kirin. Ya ku tê dîtin ew e ku me gotibû dê yê li Qesrê nebe serok. Me çima gotibû. Pêvajoya aştiyê ji bo Qesrê ji bo dîktatoriyê heke tu xerc bikî em ê te bidin sekinandin. Tê dîtin ku nikare bibe serok dê bikin serokomarê partîzan. Li hemberî me yekîtiya faşîst a qirêj çêbû. Jibilî me kesek nasekine. Hemû teslîmî tirsên xwe bûn. Ji bo berjewendiyekî qasî noqteyê, wekî bêhnokê xwar dibin.
Wekî çeteyên DAIŞ'ê difikirin
Bi pereyên hezineyê ve mîtînga AKP'ê lidarxistin. Mîtîngê serokomar lê AKP derxistin. Walîtiyê hemû saziyên dewletê xist xizmeta AKP'ê. Ya ku li ser me ferz kirin daxstina parkartan. Te pankart daxist, ma tu dikarî devê mi jî bigirî? Dİ salên 90'an de destur nedidan li derve daxuyanî bê dayîn. Walityên wa wan roja ev li ser me ferz kirin nika gelo kes navê wan bi bîr tîne. Ew tunene lê milyonek amedî beşdarî Newrozê bûn. Li cihê ku ji sedî 70 deng digirin yên ku dibêjin hûn nikarin kongreyê li dar bixin dê di nava rûpelên qirêj ên dîrokê de cihê xwe bigirin. Em wisa hatin bi ser ketin, dîsa bi heman ruhê ve biçin. Baweriyên cuda hene. Biçûknedîtina olan ji bo misilmanan ferman e. Di ola me de ev heye. Dİ heman demê jî di çarçoveya mafên mirovan de azadiya baweriyan heye. Di qanûna darbeye de jî heye. Ew kesê ku ji serî 52 deng girt çi got. Dibêje ku em ji ber yê xulikar, ên hatine xuliqandin hez dikin. Piştre jî dibêji binêrin ev Zerdust in. Zerduşt baweriyek e, ma ka yên hatine xuliqandin hez dike? Wekî çeteyên DAIŞ'ê difikirin. Kurdan wekî kurd qebûl nakin. Ji bo kurdên di wazoyê de tiştekî nabêjin. Lê kurdên li ber xwe didindijmin in. Qesra ku kurdan hezm nake heye.
'Hedê xwe bizanibin we bi salan herêm şewitand'
Li gelekî ku xwedi hejmara 40 milyon kesî ye, axa wî hatiye perçekirin bi dehan komkuji li hemberî wan hatiye kirin mêze kin. Berî sed salan ev der Kurdistan bû. Sûcê me neqebûlkirina pirtûkên weyên bê teşe ye? Bi kude çun ev kes, yên berî Osmaniyan çûn fezayê. Ev hemû di arşîvên dewletê de hene, lê pere dan profesorên derewkar û dîrokeke ji derewan hat nivîsin. Her tişt ji hêlekî li çavên gel dinhêrin û derewan dikin. Ji kesên ku desthilatdariya xwe li ser derew û îftirayan ava bike ji wî re mirov tê gotin? Kesê fermana xirabkirina bajarên me dabîn, xwedê belaya wan bidê. Gelê Amedê bi mehan 24 saetan we çawa Sûr hilweşand dît. Li çavên gelê Amedê dinhêrin û bi vekirî derewan dikin. We 5 hezar mirov koçber kir. Kesê gelê sivîl qetil kir, di cîhanê de hatin darizandin, ev ê jî bên darizandin Hedê xwe bizanibin, we ji derveyî hilweşandinê çi kir? Ji ber ku em gotinên we pêk naynin, hûn me qetil dikin.
'Em ne mirinê û ne zilmê qebûl dikin'
Em hemû li hemberî vê pêvajoyê rawestiyan. Me bi dehan caran hevdîtin pek anîn. CHP, MHP'ê heqaret li me kirin me daxwaza aştiyê kir. Li fezlekeyan mêze kin tê gotin ku 'Li Sumerparka Yenîşehirê qaşo nimêja înê tê kirin' Ji ber di nimêja înê de cih girtin der barê hevalên me de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ev bêhurmetiyeke çawa ye! Hûn haşa xwe dixin dewsa çî? Tiştên me pê tewambar dikin ji derveyî rûmetê ye. 'An hûnê serî bidin, an jî hûnê serî bitewînin' tê gotin. Em her duyan jî qebûl nakin. Ne mirinê û ne jî zilmê.
'Bila gel xwedî li wekîl û şaredariyên xwe derkeve'
Li bêrêtiyên ku ji hêla AKP'ê ve pêk hatine mêze kin. Bêrêtiyên ku ji hêla şaredariyên wan ve pêk hatine bêhsab e. Ev hatine li ser şaredariyên me dixivin. Ji bo xizmeta herêmî neyê kirin em behsa mufetîşên ku şaredariyên me dişopînin dikin. Ev salek e mufetîş ji şaredariyên me derneketine. Şev û roj bi tevahî şaredariyên me lêkolîn dikin. Çima tiştek nayê dîtin, ji ber ku diz tune ne. Em tiştên ji bo Şaredariya Amedê hatiye gotin li wan vedigerînin. Dê di serê şaredariya me de hilweşînin, hûnê hêj çî bikin? Hevşaredarê me ji were serî netewand, dê netewîne jî. Bila gelê Amedê xwedî li şaredariya xwe derkeve. Wer dixwiyê ku dê bi ser partî, wekîl û şaredariyên me de bên, bila gelê me xwedî li vê yekê derkeve.
'Em heta heramxweran ji vî welatî neqewirînin...'
Berxwedana Zindana Amedê bifikirin. Nameyek tenê jî nedigihêşt gel, em ji pêvajoyeke ku canên xwe ji bo gel xistin mertal tên. Em dê teqes nesekinin, bêzar nebin. Wan bawer dikir ku dema destnedana me bê rakirin, em bilerizin. Ji ber ku ew dilerizin. Êdî ew dê di navberekî de nesekinin. AKP, CHP û MHP ji partîbûnê derketin. Êdî ew yek rengin, lê CHP û MHP berbi belavbûnê ve diçin. Ji ber ku em pir rengî ne em bi hev re ne û li ber xwe didin. Erdnîgariya me dewlemend e, ew jî heramxwerin. Em heta van heramxweran ji welatên xwe nevêjin em dê dest jê bernedin."
Piştî axaftina Demîrtaş, rêveberiya ku dê di dawiyê de bê hilbijartin, dê di 5'ê hezîranê de li Qada Îstasyonê mitîngekî li dar bixe. Mitînga ku dê bi girseyî derbas bibe, banga tevlibûnê ji hêla Demîrtaş ve hat kirinj.
Piştî axaftinan rapora feleytan hat xwandin. Di lîsteya tekane de ji bo hevserokên HDP'a Amedê Gulşen Ozer û Cabbar Leygara hatin hilbijartin.
(ms/sa)