'Em ê bi gel re jiyana nû ava bikin'
ENQERE (DÎHA) - Sebahat Tuncel a ku di 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê de bû hevserok diyar kir ku li Tirkiyeyê li hemberî siyaseta demokratîk pêkûtî hene û li Tirkiyeyê ew alternatîf in. Tuncel anî ziman ku ew ê bi gel re jiyana nû ava bikin û ligel hemû qatlîam û êşan jî dê di siyaseta demokratîk û aştiyê de israr bikin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel dar barê kongreya DBP'ê ya bi ruhê berxwedanê pêk hat nixandin kir. Tuncel wiha got: "Em di çarçoveya neteweya demoknatîk de bi gelê Tirkiyeyê re li ser esasê welatîbûna wekhev dixwazin hiqûqekî ava bikin."
'Li dijî demokrasiyê pêkûtî hene'
Tuncel anî ziman ku li Tirkiyeyê li ser siyaseta demokratîk pêkûtî hene û di demeku wisa de pêkanîna kongreyê gelek girînge û di siyaseta demokratîk de israr û wiha berdewam kir: "Li dijî partiya me, rêveberên me. hevşaredarên me û endamên me operasyonên qirkirina siyasî berdewam dike, dîsa HDP a ku em jî yek ji hevparên wê ne jî tê xwestin derxînin derveyî siyasetê. Fezleke wekî şûrê Demokles tê bikaranîn û tê xwestin nikaribin siyasetê bikin. Di vî pêvajoyê de pêkanîna kongreyê tê wateya israrkirina siyaseta demokratîk."
'Demokrasiya Tirkiyeyê di krîzê de ye
Tuncel bilêv kir ku di feraseta demokrasiya Tirkiyeyê de krîz heye û di serî de pirsgirêka kur krîzên cidî hene. Tuncel ev tişt anî ziman: "Ev kongre ji bo nûkirina rêveberiyê, berbûna pêvajoyê, peywirên demê bi cih anîn girîng e. Jibilî vê jî ji bo çareserkirina krîza Tirkiyeyê girîng e. Ji ber ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin Tirkiye krîzê dijî. Ev krîz ne tenê li Kurdistanê li Tirkiyeyê jî heye. Gelê kurd sekna xwe zelal îfade dike. Em dixwazin li ser esasê neteweya demokratîk û bi gelê Tirkiyeyê re li ser bingeha welatîbûna wekhev û azad hiqûqekî ava bikin."
'Qatlîam heye, şer heye lê ligel vê em dibêjin aştî'
Tuncel anî ziman ku di kongreyê de peyamên berxwedan û aştiyê derketiye pêş û bal kişand li ser axaftina dayika Sêvê Demîr a di kongreyê de axivî. Tuncel ev tişt got: "Qatlîam heye, şer heye, pevçûn heye lê em dîsa jî dibêjin aştî. Dayuka Sêvê ligel hemû êşên dijî çareseriyê pêşniyar dike. Nabêje şer ev girîng e."
'DBP alternatîf e'
Tuncel bilêv kir ku DBP li Tirkiyeyê li dijî bêalternatîfbûnê alternatîf e wan di kongreyê de jî peyama "Em alternatîf in, hem di pirsgirêka kurd de hem jî di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de ji berpirsyariyê narevin" dane.
'Em ê bi gel re jiyana nû ava bikin'
Tuncel anî ziman ku weke DBP ew ê jiyana nû bihevre ava bikin û wiha axivî: "Em ê ji herêmî demokrasiyê pêş bixin, bi gel re, ji bo ku qedera xwe diyar bike di vê derê de tenê berpirsyariya me pêşingî kirin û bi wan re jiyana nû înşakirin e."
Tuncel bilêv kir ku di kongreyê de tişta ku herî girîng berxwedan bû hemû kes di ferqê de ne ku dê bi berxwedanê bi ser kevin, di eniya berxwedanê de paş ve gav avêtin tuneye.
Tuncel bilêv kir ku siyaseta ku li Tirkiyeyê xitimiyedê bi siyaseta ku ew biafirînen ve bê derbaskirin û ji bo pêşerojê jî ev nirxandin kir: "Bêguman heta niha hewldaneke mezin hebû. Kedeke mezin heye. Vê kedê pêşve birin. Tişta ku dixuye dê ji bo siyaseta xitimiye bibe çareserî. Ev jî dê bi siyasete me pêk bê. Demokrasiya herêmê pêşxistin. Îdiaya xwe ya xweseriya demokratîk di warê pratîkê de şênber kirin. Heke di vî de bi ser kevin ev dê li herêmên din ê Tirkiyeyê jî pêk bê. Heke em vê yekê li Kurdistanê pêk tînin dê bibêjin Amed bi ser ket em jî dikarin bi ser kevin, Colemêrg bi ser ket em jî dikarin bi ser kevin."
(sa)