DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Sûc û sûcdar ji nedîtî ve tên'

 
29 Gulan
09:06 2016

WAN (DÎHA) – Li Wanê jinên ku li hemberî rapora Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku rapor sûc û sûcdar nedîtî ve tê.

Li hemberî rapora ku Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê amade kir nerazîbûnên jinan didome. Jinên Wanê jî li hemberî rapora ku komîsyonê amade kiriye nerazîbûn nîşandan. Aktîvîsta Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) Serap Ozunver li hemberî raporê nerazîbûn nîşan da û gotina "Ev rapor mafên jinan xesp rike" bi kar anî. Ozunver diyar kir ku rapor sûc û sucdaran nedîtî ve tê û wiha axivî: "Raporekî ku cesaretê dide mirovan e. Ji ber ku dema ku zilam tecawiz dikin ji dewletê ne ceza dê xelatê bigirin. Mirovek bi tecawizkar re zewicandin fikrekî rêşaş e. Rapor dê tacîz, tecawiz û lîncê zêde bike."

'Dê mexdur bên cezakirin'

Endama KJA'yê Şevîn Ukay jî rapor dê li dijî jiyanan encaman derxîne holê û wiha axivî: "Rapor li dijî mafên jinan ên bi dest xistine darbeyek e. Mirovên ku berê jiyana feodal qebûl kiribûn ji bo li ser tecawizê bigirin bi tecawizkar re didan zewicandin. Ne tecawiztar mexdur dihatin cezakirin. Ev rapor jî bi heman ferasetê ye. Ango ferasetekî rêşaş e."


'Nêrîna dewletê neguherî'

Ukay ev tişt anî ziman: "Dema ku kesên zewicî hevberdidin jin mexdur dibin. Jiyana zilam naguhere. Lê jin dema ku zewac bi dawî dibe mafên xwe yên madî nikarin bigirin." Ukay got ku rapor nîşan dide ku nêrîna dewletê ya li hemberî jinan qet neguhere. Ukay diyar kir ku divê jin li hemberî vî raporê bibin yek û desturê nedin rapor bê erêkirin.

Seroka YAKA-KOP'e Gulmay Gumuşhan jî anî ziman ku bi cesareta ku rapor dide zilam dê bikevin nava nêzîkatiyên psîkopat, bi raporên bi vî rengî re hevberdan jî tê zehmetkirin dixwazin jin zêditir şîdetê bibînin.

Gumuşhan diyar kir ku weke YAKA-KOP bi salan e ji bo mafên jinan têdikoşin û wiha axivî: "Heta îro jin ji bo mafên xwe têdikoşin û bi kedeke mezin maf hatin bidestxistin. Jin bi salan e li dijî şîdetê têdikoşin. Kêm be jî em hatibûn astekî. Niha bi raporekê tewş ev maf jî ji holê tê rakirin."

(sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN