Kongreya DBP'ê ya berxwedanê - (5)
Me soz da em ê berxwedana we bidomînin
ENQERE (DÎHA) - Dayika Endama PM a DBP'ê Sêvê Demîr, Sakîne Demîr di kongreya DBP'ê de axivî, kesên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: "Me soz daye we, em ê têkoşîna we bidomînin."
Dayika Endama PM a DBP'ê Sêvê Demîr a li Sîlopiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin Sakîne Demîr ji di 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê de axivî. Demîr bi selavkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir. Demîr, kesên ku di berxwedana xwêrêvereyina de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku êdî bese ev kuştin û mirin.
'Yên ku welat azad bikin dayik in'
Demîr wiha got: "Em dibêjin êdî bes e. Bila aştî bê vî welatî. Em ê bînin ji. Êdê em nabin pezê bi şivan. Rêberên kurdan jî hene. Rêberê me Birez Ocalan e. Ew ê aştî bîne vî welatî. Yên vî welatî azad bikin dayik in. Bila destê xwe bidin destên me.” Demîr bang li dayikên leşker û cerdevanan ji kir ku ew jî li hemberî şer derkevin.
Demîr bertek nîşanî pêkûtiyan ji da û got: “Em ji her tiştî re amade ne. Ji bo kuştine jî ji bo zindanê jî. Em amede ne. Ez hevîdar im bila gele kurd yekitiya xwe çêke. Em ê heya dawî li ber xwe bidin. Em dibêjin şehîd namirin." Demîr ji bo zarokên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane jî wiha axivi: "Em soz didin em ê heta dawî li pey doza we bin."
'Dema pêkanîna gotinan e'
Berdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît jî di axaftina xwe de mêvanên li salonê slav kir û got: "Li vir gelek axaftin hatin kirin. Êdî dema pêkanîna pêwîstiya van gotinan e."
'Gel peyama xwe zelal dide'
Hevseroka KCD’e Leyla Guven jî bal kişand ser axaftina dayikan û got ku ew dimenên Roboskê, Cizîrê tu car ji bir nakin. Guven got ku dayik dibêjin ew stûyê xwe natewînin û wiha axivî: " Em di şopa wan de ne.” Guven li ser kampanyaya “dest nedin îradeya me” rawestiya û got ku li gel hemû pêkûtiyan gel derketiye qadan û ev tişt anî ziman: "Gel peyama xwe vekirî dibêjin. Ger ku komkujî bidomin, dest bidin parlamenterên me em ê cihanê li wan teng bikin. Ev peyama gel e."
(kk/sa)