DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Kongreya berxwedanê ya DBP'ê - (4)

 
28 Gulan
13:36 2016

ENQERE (DÎHA) - Hevserokê HDP’e Selahattîn Demîrtaş ê di kongreya DBP'ê de axivî da zanîn ku pergal ji wan dixwaze bibin kurdên naylon ya serayê wiha got: “Em nabin kurdên naylon. Lewma em bedel didin. Divê ev yek bê femkirin.”


Di 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê de Wekîlê Hevserokên Giştî yên DBP’ê Demîr Çelîk di axaftina xwe de bal kişand ser pêkutî û êrîşên dewletê yên li ser gelê kurd û da zanîn ku li hemberî vê yekê berxwedanek mezin heye. Çelîk der bare operasyona rizgarkirina Reqayê ji wiha got: “Kurd îro ne tene ji bo azadiya xwe ji bo azadiya herêmê têdikoşin." Demîr Çelîk ji bo kongreyê jî got ku wan li Enqereyê seri li 22 salonan dane le salon nedane wan ev tişt got: "Ez ji ber vî salona teng lêborînê dixwazim. Lê dîsa ji li gel hemû astengiyan me biryar da û kongreya xwe li dar xist."

Çelîk li ser tifaqa di navbera CHP, MHP û AKP’ê de jî rawestiya got ku hersê partî Îttihat û terakî ne.


Piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş axivî. Dem3irtaş di axaftina xwe de de balkişand ser parçekirina kurd û Kurdistanê û got ku kurd berdela vê yekê dide.

Demîrtaş wiha axivi: "Tifaqa ku îro li derdora Qesrê pêk hatiye ya faşîst bêje em cardin 100 salên din kurdan înkar bikin nabe çareserî. Yanî hemû kesen ku feraseta yekane qebûl nake dibêjin an hûn e serî bi tewînin an serî bidin. Lewma hevserok hatine girtin. Birêz Ocalan di hevdîtinan de bi israr digot ger ku jiyana hevpar nebe tekçûn bibe cardin derket hole çiqas rast e. Me di van hevdîtinan de cih girt. Ocalan bi şev roj li ser rawestandina xwînê rawestiya. Li aliye din jin yek dibêje ez ê çawa bibim Serok. Ligel vê yekê ji wî re dibêjin netewperwer. Rastiya Tirkiyeyê ev e.

DBP ji bo jiyana hevpar heye

DBP ji bo parçebûna Tirkiyeyê na ji bo jiyana hevpar heye. Bi înkara kurdan tu pirsgirek nehate çareserkirin. Tişta ji me dixwazin ev e. Kurdên serayê ku di vazoye de heşinbûye dixwazin. Kurdên wek kulîlken naylon dixwazin. Li wir rûmet tuneye. Ji ber ku em îtiraz dikin lewma bedel didin. Mehmet Tunç, Sêvê Demîr lewma şehîd in. Lewma Yuksek girtî ye. Lê em tu caran paş ve gav navêjin. Dîrok bi awayek din nayê nivisandin. Li hemberî me muzakere û axaftine wek ixanetê dibine heye. Kurd li hemberê keyfa Erdogan nasekinin. Dê berdela vê yekê giran be lê encam pir baş e. Em mafdar in. Çeka me ya herî mezin ev e em mafdar in. Em dagirker nînin, me malên kesekî neşewitand. Em aştî dixwazin. Dibêjin Tirkiye ya tirkan e. Ger ku wisa be divê ew çareseriyekî bibinin. Ger ku wisa nebe çareserî hêsantir e. Kurd hene, zimanê wan heye, welatê wan Kurdistan e."

(kk/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN