DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Kongreya Berxwedanê ya DBP’ê - (3)

 
28 Gulan
12:25 2016

Tuncel: Ji bile muzakereyen bi Ocalan re riyek din tuneye

ENQERE (DİHA) - Namzete Hevseroka DBP Sebahat Tuncel, di axaftina xwe ya kongreyê de destnişankir ku di partiyen pergalê de hevî tuneye û li gel vê tekoşin û partiyên wekî DBP, HDP, DTK, HDP hevî ne. Tuncel xwest ku ji bo muzekereyan pêşiya Ocalan bê vekirin û wiha got: “Ji bilî vê yekê rêyek din tuneye.”

Namzete Hevseroka DBP’e Sebahat Tuncel, balkişand ser pêkutiyan û wiha got: “Ji me re dibejin an hûnê stu bitewînin an jî stu bidin. Em ji dibêjin em tu car li hemberê serî danaynin. Di van rewşan de gotin bê wate bû. Di van rewşan de wateya gotinê li pişt barikatan, li Kurdistanê berxwaden e.”

Tuncel got ku divê Tirkiye biryarek bide û wiha domand: “Divê Tirkiye biryarek bide. Tenê dikare bi guherine bi çareseriye ji ve qeyrane derkeve. AKP û Erdogan Tirkiye kiriye rewşa tekçunê. Hûn dibinin rewşa îktadarê. Hikumet hat lê gotina Erdogan serdest e. CHP naye zanîn ka çi dibejê. Dibeje wê çi xwest me neda we. Partiyek wiha Tirkiye demokratik bike. Erdogan niha Serok e û Kiliçdaroglu û Bahçeli jî li kêlika wî ne. Hevî kiye. Hevî DBP, HDP, DTK ye. Hevi tekoşinê de ye. Em di 3’emin tekoşina Geziyê de ne. Me digot ev dest pêk e. Em nabejin xweseriye bidin me. Nekin si bese. Hûn vekişin em dikarin xweseriya demokratik ava bikin.”

Ji bilî Ocalan riyek din tune ye

Tuncel destnişan kir ku serdest nikarin diroke binivisin û wiha berdewam kir: “Dirok dê bindest dinivisin. Dirok dê berxwedan dinivise. Dibêjin hûn çima diçin serxweşiyan. Ger ku cenaze hebin mirov diçe serxweşiye. Divê şerten Ocalan bên diyarkirin û bikaribe muzekereyan bimeşine. Riyek din tune ye.”

Pişt re ji sinevîzyon hate nişandin. Di sinevizyonê de parçebuna Kurdistanê, tekoşina hate dayin, erîşen dewlete hate vegotin.

(kk/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN