DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Kongreya DBP'ê ya berxwedanê- (2)

 
28 Gulan
12:24 2016

Ji Yuksek peyama xurtikirina têkoşînê

ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê di girtîgehê de ye ji 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê ya bi ruhê berxwedanê tê lidarxistin re peyam şand û peyama xurtikirina berxwedan û têkoşînê da. Yuksek diyar kir ku riya çareserkirina hemû pirsgirêkan "Komara Demokratîk e" û divê li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê têkoşîna civakî bê xurtkirin.

4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê ku Hevserokê Giştî Kamuran Yuksek girtî ye bi ruhê berxwedana xwerêveberiyê kom bû. Di salona ku tijî bû gelek kes li ser piyan ma de wekî her carê dayikênj i Kurdistanê hatine bi renginiya xwe li salonê cihê xwe girt. Jibilî gelek sefîrên welatên din û Nûnerê PDK'ê yê Enqereyê Omer Mîranî, û nûnerên partiyên sosyalîst û çepgir jî beşdar^ikongreyê bûn.

'Riya berxwedêrên xwerêveberiyê riya me ye'

Piştî ku dîvan hate hilbijartin, hevşaredarê Sêrtê tuncer Bakirhan û Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay weke serokên dîwanê hatin diyarkirin. Piştre sirûda "Herne pêş" ji aliyê sedan kesan ve hate xwendin û bi deqîqeyan dirûşma "şehîd namirin" hate berzkirin. Ewil Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek a ku rojên borî ji girtîgehê derket axivî û kesên di qadên xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku têkoşîna berxwedêran têkoşina wan e.

Piştre peyama Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê ye şand ji aliyê Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ve hate xwendin.

'Ez bi ruhê xwe li wî salonê me'

Peyama Yuksek wiha ye:

"Ez niha bi fîzîkî çi heyf e ku ne li wir im. Lê bi fîzîkî nebe jî ez bi rûhê xwe ve li cem we me. Bawer dikim ku delegeyên me, endamên me, hevalên me yên xebatê, dostên me jî hîs dikin ku di vî pêvajoyê de ruhekî ku têk naçe divê bê avakirin. Heke em di têkoşîna heq û azadiyê de bi xêz bisekinin, di şertên demokratîk de em ê di pêşerojeke azad de bi hevre bijîn. Baweriya min bi vî yekê tam e. Em hemû dizanin ku deme ku tarîtî çiqas zêde dibe berbang jî ewqas nêzîk e.

'Çareserî bi xweseriyê tev li rêveberyê bibe ye'

Divê pergalên civakan ên ku hemû bawerî, mezhep, nasname û reng karibin bi vîna xwe xwe bi rêve bibin û îfade bikn û tev li siyasetê bibin bên avakirin. Divê pergalên demokratik bên avakirin. Divê rewşek aram û ewle bê avakiin, Divê aboriya civakî bê pêşxistin. Di vê çarçoveyê de gelê me yê li çar perçeyan dijî, divê wekî neteway kurd bê naskirin û ji mafê xwe yê perwerde, tenduristî û hemû mafên neteweyî sûdê bigire. Di nava motelên otonomî ango xweseriyê de cihê xwe bigire. Divê karibe xwe bi xwe bi rêve bibe.

Rêya çareseriya hemû pirsgirêkan Komara Demokratik e

Em wekî DBP'ê bawer dikin ku di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê dê bi rêbaza Komara Demokratîk çareser bibe. Ji ber vê yekê ji bo çareseriyê em dibêjin komara demokratîk. Pêwiste hemû nasname, reng û bawerî bi nirxên xwe û vîna xwe ya azad karibin di bin vê pergalê de hebûna xwe berdewam bikin û pêş bixin. Divê gel bi awayekî azad nasname û çanda xwe biparêze û xurt bike. Divê ev mafê wan ji aliyê zagon û Qanûna Esasî ve bê qebûlkirin û parastin. Gelek minak û tecrûbeyên vê çareseriyê li gelek welaten cîhanê heye. Ev dê rê li pêş mezinkirina aboriya civakî jî veke. Em wekî DBP'ê ji ber vê yekê dibêjin modela Xweseriya Demokratik. Li dijî hewldana AKP'ê ya yekparêzîyê ye. Bi rejîya yek partî. yek feraset û yek yek yek pêşketin çênabe. Rejîna Tayyip Erdoğan û AKP'ê ya yekparêziyê li şûna çareseriyê pirsgirekan zêde dike.

Divê li dijî polîtîkayên AKP'ê têkoşîna civakî pêş bikeve

Bi taybetî polîtîkayên îxtîdara AKP'ê ya li hemberî gelê me diyar e. Polîtîkayên li Rojhilata Navîn û li ser gelê kurd pêş dixe aşkere ye. Ji bo gelê kurd negêje mafê xwe yê rewa her tiştî dike. Bi taybeti pevajoya Muzakere-Çareseriyê xelas kir. Bi hezaran kuştin û deh hezaran koçberî pêş xist. Tirkiye ber bi xizanî û qirîza aboriyê ve bir. Bajar xera kirin û dagirkeriya bajaran pêş xist. Em vê yekê qebûl nakin û em dê qebûl nekin. Em wekî her car dê dîsa li tenişta gelê xwe cih bigirin û di nava gelê xwe te têkoşîna xwe berdewam bikin. Têkoşîna me ya li dijî şer dê berdewam bike.


'Divê şertên Birêz Ocalan bên başkirin'

Di pêvajoya çareseriyê de helwestên ku hatine armanckirin û rêbazên wê yên ji hêla heyetên ku di navbera Îmralî-Qandîl-Enqereyê de hatine diyar kirin bi tana serê xwe serkeftinek pêk neaniye. Ji bo serkeftineke teqes divê rêveberiyeke nû bê esasgirtin. Ji bo wê jî divê şert û mercên Birêz Ocalan bên guhertin, divê bigihêje azadiya xwe, bixwe pêvajoyê bi rêve bibe, divê derfetên ku bikaribe bi her kesî re hevdîtinê pêk bîne. Dema derfetên ji bo azadiya Birêz Ocalan bên avakirin, em di wê baweriyê de ne ku dê şideta li welat bide rawestandin, dê ji bo gelê kurd û hemû gelên din şert û mercên azadiyê bide avakirin. Ji hêla din ve helwesta Tayyîp Erdogan û AKP'ê ya em dê kesî îro şûn de muxatab negirin, dê pirsgirêkê bi tu awayî çareser neke.

'Têkoşîna li dijî operasyonên qirkirinê dê bidome'

Em di pêvajoyeke ku zext û operasyonên siyasî yên li hemberî partiya me re derbas dibin. Wekî di mînakên qetilkirina endamên meclisa me Sêvê Demîr û Mehmet Yavuzel de jî hat dîtin ku em di pêvajoyeke endamên me tên kuştin re derbas dibibin. Di pêvajoyeke wiha de xwedî li yekitî û wekheviyê derketin mijareke gelekî girîng e. Dê di binê her şert û mercî de dê hevalên me xwedî li xebatên xwe derkevin û di vir de fikara tu kesî jî tune. Divê ji Lijneya Rêveberiya Navendî, Meclisa Partiyê û heta endam, şaredar û rêveberên meyên navçe û bajaran her kes dê di vê pêvajoyê de bi hemû hêza xwe xebatên xwe bimeşîne û xwedî li têkoşîna xwe derkeve.

'En li ku dibin bila bibin azadî armanca me ye'

Ez herî dawî vê dibêjin. Em li ku dibin bila bibin, li derve an jî hundur, em dê têkoşîna xwe ya heq, azadî û demokrasiyê, em dê dest ji polîtîkaya xwe ya çareseriyê bernedin. Li hemberî zilim û polîtîkayên bêçareseriyê dibe dem dem paşveketin pêk bên, ev nayê wateya windakirina me, lê dema hûn dest jê berdin dê wê demê windakirin destpê bike. Ji bo wê ez dibêjim dest jê bernedin. Em dê li hemberî zilimê serî netewînin û çong neşkênin. Em hemû em dê bibinîn ku dê têkoşîna heq, azadî û demokrasiyê bi ser keve, dê kesên zilimkar winda bikin. Ez ji rêveberiya ku dê îro di kongreya me de bê hilbijartin re serkeftinê dixwazim."

Kongre berdewam dike.

(sa-ms/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN