DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Kongreya Berxwedanê ya DBP’ê - (1)

 
28 Gulan
10:36 2016

ENQERE (DîHA) - Partiya Hereman a Demokratîk (DBP) di bin pekûti û êrîşên dewletê de ku hevserok û gelek rêveberên wan girtînê 4’emîn Kongreya xwe ya awarte li dar dixe. Di kongreya ku dê rêveberiya nû bê diyarkirin de dayiken ku zaroken wan di êrîşên li hemberî qaden xweseriyê hatibûn kuştin di kongreyê de peywira zaroken xwe dewr girt.


Partiya Hereman a Demokratîk (DBP) di bin pêkûtî û êrîşên dewletê de 4’emîn Kongreya xwe awarte li Otela Buyukhanli Park li dar dixe. Partiya ku hevserokê wî Kamuran Yuksek û 21 endamên wî ye meclîsa partiyê girtiye, 22 hevşarederên wî girtiye, 18 ji peywir hatine girtin di kongreyê de rê rêveberiya nû diyar bike.

Di kongreya ku diruşmeya “Bi înad azadî bi înad berxwedan” tê lidarxisin de salon bi diruşmeyen berxwedanê hatin xemilandin. Salona kongreye ji aliye polîsan ve hate dorpeçkirin, kesen hatin kongreye yek bi yek hatin lêgerîn. Ligel lêgerîna polîsan peywirdarên partiyê ji di ketina salonê de lêgerîn pêk anîn û tedbîren ewlehiyê girtin.

Di salonê de pankarta gotinên Hevseroke Meclîsa Gel a Cizîre Mehmet Tunç ku hate qetilkirin û gotibû "Me stû netewand bi me ser bilind
bin" hate daliqandin. Her wiha pankarteên wekî, “Em bi şoreşa Rojava dimeşin azadiyê”, “Me bi ciwan dest pê kir em ê bi ciwan bi ser kevin”, “Ji Ocalan re azadî”, “Bi şoreşa jinê em xweseriya demokratîk ava dikin” hatin daliqandin.


Di salona kongreyê de wêneyên berxwedêrên ku li qaden xweseriya demokratîk jiyana xwe ji dest dan ên weke Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Mehmet Yavuzel, Mehmet Tunç ji hatin daliqandin.


Zaroken wan hatin qetlkirin berxwedan dewr girt

Dayika Mehmet Tunç Esmer Tunç, Dayika Mehmet Yavuzel Hanim Yuzel, Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr, Dayika Pakîze Nayir Behiye Nayir
beşdarî kongreyê bû. Jibilî dayikên berxwedêran Hevserokên Giştî yên HDP Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle, Leyla Guven, Berdevkên HDK’ê Gulîstan Koçyîgît, Ertugrul Kurkçu û gelek şaredaran di salonê de cihê xwe girt.

Dê di kongreyê de dê hevserokên DBP'ê bên diyarkirin û rêveberî be hilbijartin. Kamuran Yuksek ku girtî ye ji bo hevserokatiya partiye cardin namzet e û de hevseroka jin jî îro bê diyarkirin.

(ekip/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN