DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji Fîlmamedê kolajek gotinî: Dîlbûyîn qamçiyê azadiyê ye

 
28 Gulan
10:04 2016

RÊDÛR DÎJLE

AMED (DÎHA)
- Yek ji armanca belgefîlman jî, ji her aliyî ve daxilbûn û dîtina mirovî, bi her awayî veguhastin û parvekirina rasteqîniyê û bi vê re veguherandina cîhaneke bextewar û pak e. Ku di vî warî de Isabel Allende dibêje, bi navê mirinê tiştek tune ye, lê belê dema em wan mirovan ji bîr bikin, ewçax ew dimirin. Îjar ji bo ew mirov an civak neyên ji bîr kirin gelek belgefîlm tên çêkirin û li gelek cihan li gor derfetan tên pêşandan. Yek ji van cihan jî 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ye. Li vê mihrîcanê me ji çend belgefîlman, da neyên jibîrkirin û nemirin ji gotina kolajek amade kir.


Sedsala 21'emîn ji hêlekê ve sedsala hêviyan û ji hêlekê ve jî bo li pêşerojê dîktatoriyek rewa bibe sedsala zilm, komkujî, bi çavbirçîtiyî dagirkirin, desteserkirina xwezayê, koçberiya girseyî û bi darê zorê ye. Ji bo ew hêvî û ew pekûtî neyên jibîrkirin û li "bîr"ê li dar bin pêdivî bi mayindebûyînekê heye. Ji bo wê mayindebûyînê jî belge divê. Yek ji van belgeyan jî di warê estetîk û etîka hunerî de 'sînemaya belgeyî an jî belgefîlm' in, ku ji bo avakirina nasname, hîsa wijdanî, hevrûbûn û di pêvajoyên hesabpirsînê de her alîkar in.

Di vî warî de ji bo 'nejibîrkirinê' û bo vebêjiya civakan ji dîrokbûyîna xwe tiştekî kêm neke û nebe "ên din/madûn" li 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê li gor derfeta demê me ji temaşekirinên xwe yî hin belgefîlman kolejek gotinî amade kir:

*Divê di utopyaya min de heta dawî her şer hebe.

*Divê li Kurdistaneke serbixwe şer; bi awayekî herî mezin, bi awayekî herî hişmetiyî hebe.

* Dîlbûyîn qamçiyê azadiyê ye.

(Belgefîlma Sara/Derhêner: Dersîm Zerevan)

*Gorek me hebûya me yê jê re derdê xwe vebigota.

*Ez bi qurbana wî kevirê li ser dilê te bim.

(Belgefîlma Kêl/Derhêner: Zeynel Koç-Cenk Ortulu)

*Kurê min ji hevalên xwe neçêtir e.

(Belgefîlma Roza: Welatê Du Çeman/Derhêner: Kutbettin Cebe)

*13'ê Gulana 2014'an ewrereşek bi ser Somayê ve wer bû.

*Ev şehîdên madenê yên li vir, ne qurbanên qezayekê yên îhmalê ne.

*Dibêjin qeder û fiqrat e. Em ji qeder û fiqrateke bi vî awayî bawer nakin.

(Belgefîlma Bêhna Dawî/Derhêner: Omer Akbaş)


*Kuderê mirov biêşê, canê wî/wê ew der e.

*Girtîgeh ji nêv xirabiyan, xirabiyeke. Lê xirabiyeke zaf mezin.

*Tarîtî li vir zêde ye, lê tarîtiyeke rasteqîne û xwezayî tune ye. Meger meriv bêriya tarîtiyê jî dike.

*Tişta herî zêde min bêriya wê kiriye meş, meşeke dipdirêj.

(Belgefîlma Şandevan: Îlhan Samî Çomak/Derhêner: Sertaç Yildiz-Çigdem Mazlum)

*Ez sînemagerekî ku li zarokatiya xwe aliqî mame.

*Nûbûneke bêesil heye û her tiştî mehf kir.

*Derbirîna/ekspresyonîzma almanî li sihên me xwe dida der.

*Ahmet bi tena serê xwe ji dareke bêhêvî, fêkî dixwarin.

*Gelo ez ê bi sînemayê dikaribim cîhanê rizgar bikim...? Lê ji kîj neteweyî, reng û dengê wî/wê çi dibe bila bibe, kameraya min her bi çavê zarokekî li dinyayê dinihêre.

(Belgefîlma Dibistana Xeyalan a Tepecîkê/Derhêner: Gulîz Saglam)

*Evdilmelek Şêx Bekir ew hunermend bû ku, tiştên nedîtî diafirand.

(Belgefîlma Zêmarên Derengmayî/Derhêner: Havîn Fûnda Saç)

*Xwezî li ser gora te bûma, bes saetek.

*Jiyaneke mêşan a biaheng heye. Min her xwest ez wê jiyanê li mala xwe bi cih bikim, lê mêş ji min serkeftîtir bûn.

(Belgefîlma Mêşvan/Derhêner: Mano Xelîl)

*Ma Xwedê dikare her tiştî bike, ma qey nikare bavê min sax bike.

(Belgefîlma Bihuşta Min/Derhêner: Ekrem Heydo)

*Me gulebaran kirin. Bi qeleşî em kuştin.

(Belgefîlma Genco Terorîst/Derhêner: Esîn Tepe)

*Ev pêkanîn hemû dişibin tabloya Guernicayê. Me ev tablo neafirand, ev berhemdariya dewletê ye.

(Belgefîlma Kevir/Derhêner: Gozde Ozturk-Aram Îkram Taştekîn)

*Hûn ê nikaribin me biqedînin.

(Belgefîlma Veguherîn/Derhêner: Ardîn Dîren)

(red/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN