Jana karkerên demsalê dest pê kir
MANÎSA (DÎHA) - Bi hezaran karkerên demsalê yên bi hezaran kîlometreyî ji welatên xwe dûr hatine Manîsa û navçeyên wê, beyî ku tu ewlehiya canên wan hebe, dest bi kar kirin.
Bi hezaran welatiyên ji ber kêmasiyên aborî bi hezaran kîkometreyan ji welatên xwe dûr tên û li bajarên Tirkiyeyê di karên zeviyan de dixebitin, dîsa jî gelek kes bi heman armancê hatin navçeyên wekî Salîhlî û Turgutluyê dest bi xebatan kirin. Lê karkerên beyî ku tu ewlehiya canên wen hebe, di binê tava ger de rojê 12 saetan dixebitin, heqdestên wan jî rojê 40 TL ye.
Gelek kurdistaniyên ji bo di karên demsalên de bixebitin tên van navçeyan, hin ji wan li vir ji xwe re malan kêrê dikin, gelekê wan jî di konan de dijîn. Karkerên demsalê di karên çape û çandina şitilan de rojê, yomyeke kêm distîni û hewl didin piştgiriyê bidin aboriya malbatê. Karkerên ku bi roj di zeviyan de dixebitin, bi şev jî diçin karên malê dikin. Bi taybetî di vir de bara herî giran li ser milên jinan e, jinên bi roj li zeviyan, bi şev jî li malê dixebitin.
'Em heqdestên xwe nagirin'
Kedkara demsalê Sevîm Tekîn ji Êlihê hatiye, diyar kir ku ew her sal ji bo di karên demsalê de bixebite, tê Îzmir, Manîsa û Aydinê, li vir 5-6 mehan dixebite û wiha axivî: "Em bi keda destan dixebitin. Em sibehê hetanî êvarê beyî ku bisekinin dixebitin. Di demsala havînê de ji ber germê em nikarin bêhnê bistînin. Em serê sibehê di 07.00'an de dest bi kar dikin. Di saeten sibehê de hewa qasî 2-3 saetan hênik e, le piştre dibe wekî îşkence."
Tekîn da zanîn ku ew di şertên bê ewlehî de dixebitin û got ku rewşa hemû karkerên demsalê wiha ye û wiha pêde çû: "Di karên çandiniyê de ya herî zehmet çape ye. Ji ber xwe xarkirinê zehmetî tê jiyankirin. Lê dîsa jî em heqdestên xwe nagirin."
'Karekî gelekî zehmet e'
Welatiyê bi navê Levent Battal aşkera kir ku xebata di zeviyan de gelekî zehmet e, lê çareyeke wane din jî tune. Battal bi lêv kir ku her çendî karên zeviyan zehmetiyên xwe hebin, ji karê fabrîqeyan çêtir e û bi salan e vî karî dike.
Rifat Ariturk jî diyar kir ku ew jî Sêrtê hatiye Manîsayê û ev tişt anî ziman: "Em bêjin ev karan ne zehmet be, em dê derewan bikin. Karekî zehmet û mirovan diwestîne. Divê hin kes van karan bikin. Em jî di vê rewşê de dixebitin."
(ms)