DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Asîta kanên madenê çandinî têk bir

 
28 Gulan
09:19 2016

MANÎSA (DÎHA) - Li Gundê Sarilar ê navçeya Turgutluya Manîsayê asîta ku ji kanên madenê yên li Çiyayê Çalê derdikeve holê hemû çandiniya herêmê zuha kir. Rençber û çotkarên herêmê bertek nîşanî van Kanan didin û dixwazin ev kanên madenê ku çandiniya wan hişk dike bê girtin.

Li Kurdistan û Tirkiye gelek Kan û fabrîqeyên bê destûr, ango li dijî daxwaza welatiyên herêmê tên avakirin zerarê didin derdor û xwezayê. Yek ji van kanên madenê ku zerarê dide derdorê jî Kana Madenê ya li Çiyayê Çalê yê Gundê Sarilar ê Navçeya Turgutlu ya Manîsayê ye. Kana madenê ku 2 kîlometre nêzî gundê Sarilarê ye bandorek neyînî li ser zevî, derdor û jiyana welatiyên herêmê dike. Asita ku ji vê kanê derdikeve û tev li baranê dibe, dibe sedem ku çandiniya herêmê hişk bike. Ji ber bandora neyînî ya Kana Madenê li gundê Sarilar ê nifûsa wî hezar û 500 kesin, 800 welatî koçi Turgutlu û Manisayê kirin. Bi taybetî ji ber asîta ku ji vê kanê derdikeve gelek cureyên team û tirî tune dibe. Herî zêde bandorê li ser tiriyê navdar ê bi navê Sultaniye bandorek neyinî dike. Ji ber kanê êdî berhemê tirî gelek kêm bûye û welatî zerarê dikin. Welatiyên ku krêdî ji bankayê dikişînin, ji ber ku êdî hatina wan kêm dibe nikarin deynê xwe jî bidin û neçarin zeviyên xwe bifiroşin. Welatiyan anin ziman ku ev bandora kanê dê heta 100 sal şûnde jî şopa xwe bihêle.

Rençberê 60 salî Hasan Kiliç, ani ziman ku ji ber kana Çiyayê Çalê tiriyê herî navdar ê Tirkiyeyê bi tunebûnê re rû bi rû ye û deşta çandiniyê êdî bereketa xwe winda dike.

Kiliç, da zanîn ku ji ber bandora kanê bi sedan welatî û rençberên gund koçî Manîsa û Turgutluyê kir. Kiliç, anî ziman ku berî kan bê avakirin ji 10 dolim zevî herî kêm 15 ton tirî kom dikir, lê niha 5 tonan kêm dike.

Rençberê bi navê Mustafa Ozgul jî anî ziman ku avakirina kana madenê bandorek neyînî li ser çandiniyê dike û xwezaya vir xera dike. Ozgur, destnîşan kir ku ji ber kanê êdî tiriyê berê nemaye û wan berê kîloya tirî bi 5 TL difirot, lê niha êdî bi 3TL difiroşin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN