HDP'iyan di dema nebûyî de sûc kirine!
FETHÎ BALAMAN
WAN (DÎHA) – Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe der barê qanûna "Rakirina destnedayînê" de diyar kir bi vê qanûnê êrîşî vîna jinê kirine. Gokçe, destnîşan kir ku pergala baviksalarî ji vîna jinan di tirse wiha got: “Fezleke bi hincetên sosret hatine amadekirin. Parvekirinên Facebookê yên tebaxa 2016’an kirine sedema sûc. Ji bo meha hêj nehatiye wekî ku di wê mehê de suc hatiye kirin nîşan daye."
Bertekên gel ên li dijî fezleke û rakirina destnedayînê ku ji aliyê AKP, CHP û MHP’ê ve hatin vekirin, mezin dibe. Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, fezlekeyên der barêwan de hatine amadekirin û destnedayîn rexne kir û anî ziman ku HDP tevahiya bawerî û renginiyên civakê di hundirê xwe de diparêze û wiha got: “Di hedefa vê qanûna ‘derbeyê’ de vîna azad a jinan heye. Partiya me di milê hejmara parlementerên jin de yekemîne. Cara yekemîne ku bi saya partiya me koma jinan di meclisê de hat avakirin. ji du hefteyan carekê civîna xwe li dar dixin. Di gelek mijaran de jî jin, pêşengiyê dikin. Li dijî vê îradeya ku cara yekemînê pêk tê jî êrîşan pêk tînin. Ev êrîşekê topyekûn a pergala mêr a li dijî îradeya jinan e. Ev jî nîşaneya tirsa pergala mêr a li hemberî îradeya jinan îfade dike.”
'AKP CHP û MHP’ê bi rêve dibe’
Ozgokçe, qanûna hat erekirin weki darbeyê bi nav kir û wiha berdewam kir: “Bi vê qanûnê re pêşiya jiyanê girtin û pêşiya dîktatoriyê hat vekirin. Ji bo betalkirina vê qanûnê jî mafê serlêdanê yê şexsî heye. Lê bi derbaskirina madeyek vê qanûnê pêşiya maf hat girtin. Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi îmzeya 110 parlementeran heye. Ev li dijî Qanûna Esasî ye. CHP êrênî nêzî îmzeya 110 parlementeran nabe. Gelek parlementerên ku em di meclisê de pêre di axivîn digotin dê dengê xwe neyînî bidin. Lê di encamê de wan ji got "Erê" û piştgirî dan AKP'ê. AKP, CHPê û MHP'ê bi rêve dibe.”
Hemû parvekirin, kirine aydi wekîlê HDP'ê
Ozgokçe, destnîşan kur ku 59 wekilên HDP’ê hene û der barê 50 parlementeran de 450 fezleke hatiye amadekirin û wiha axivî: “Gelek dozger li bendê ne ku fezlekeyan ji mere amade bikin. Tenê ji bo fezlekeyan amade bikin ketine şopa delîlan. Bi hincetên sosret fezleke hatine amadekirin. Mînaka vê yekê der barê du parlementerê me de ji bo ku di dema qedexeya derketina kolanan de li du taxan derketibûn, di destpêkê de ji ber ku qanûna qebehetan binpêkirine cezayê pereyan hat birîn û niha jî ev kirine hinceta fezlekeyê. ji niha de ji bo meha Tebaxa 2016'an ku hêj nehatiye wekî di malpera Facebookê de parvekirin kiribe nîşan dane. Wekilê HDP'ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat jî xistine nava fezlekeyê. Hîn meha tebaxê nehatî di heman mehê de sûc hatiye tesbîtkirin. Ev sosretiya hrî mezin e."
Banga tevlêbûna mitînga 30’ê Gulanê
Ozgokçe, herî dawî ji bo mîtînga 30’ê Gulanê bang li her kesî kir û xwest tev li mîtîngê bibin. Ozgokçe, da zanin ku dê Hevserokên HDP’ê Fîgen Yûksekdag û Salahattîn Demîrtaş, Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Hatîp Dîcle, Hevserokên HDK’ê Gulistan Kiliç û Ertugrul Kurkçu de beşdar bibin û mîting dê bi dirûşmeya "Li dijî derbeyê hevdîtina demokratîk a bi gel re" li Wanê pêk bê. Ozgokçe, ji gelê Wanê xwest di mîtîngê de vîna xwe nîşan dibin.
(mae)