DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Hinara Li Kevir Ketî' li Fîlmamedê ye

 
27 Gulan
16:50 2016

AMED(DÎHA)- Li 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê pêşandana belgefîlman didome. Ji wan fîlman yek jê jî "Hinara Li Kevir Ketî" ye.

Li 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ya bi dirûşmeya "Her der berxwedan, her der sînema" li Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê tê li dar xistin û dê heta 29'ê gulanê bidome, pêşandan belgefîlman û hevpwyvînên bi derhêneran re didome. Yek ji wan belgefîlman jî "Hinara Li Kevir Ketî" ye. Derhêneriya belgefîlmê ji aliyê Aytan Mustafa Hemîd û Tofan Salehî hatiye kirin.

Maweya belgefîlmê 27' deqîqe ye û dê saet di 20:00'an de li Eywana-2'yan bê pêşandan.

Çîroka 'Hinara Li Kevir Ketî'


'Li bakurê Kurdistanê di sala 1994'an de ku li her deverên welat ji ber zilm û zordariya Tirkiyeyê neçar man ku koçber bibin. Ev penaberên ku dev ji ax û gundên xwe berdan, ber bi Iraqê û başûrê Kurdistanê ve ketin rê. Di vê rêwitiya bi êşbar de, mirin, kuştin û gelek rewşên din xwe didin der. Her wiha zarok, jin, kal û ciwan bi hezaran mirov bi hemû cureyên nexweşiyê re rû bi rû dimînin...

Li her devera ku wargeh lê ava kirin, li gorî derfetên xwe beriya her tiştî dibistan ava kirin û dest bi perwerdehiyê kirin.

Li aliyekî zex û zoriyên Rejîma Baas û li aliyê din hevsengiya siyasî yên di nav hêzên Başûr de, bûn sedem ku ev karwanê mezin 9 caran wargehên xwe biguherînin. Ev mirov li koçberiyê, koçberî jiyîn.

Ev karwan, di dawiya vê çîrok û serpêhatiya bi êş û elem de herî dawiyê li Mexmûrê bi cih dibin. Gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin û gelek ji wan şehîd dikevin, lê dîsa jî dest ji perwerdehiya xwe bernadin, ji ber ku ev koma mezin a ku di rêwitiyeke dijwar re derbas bûye tu carî bêhêvîtî xwe li wan nasihurîne.

Sal û demsal derbas bûn û Mexmûr bi keda van mirovan veguherî bajarekî mezin. Lê vê carê jî Mexmûr ji nîşka ve bi êrîşên DAIŞ'ê re rû bi rû ma. Tevî êrîşên giran jî ciwan li ber xwe didin û dest ji cih û warên xwe bernadin. Di nava çend rojan de DAIŞ'ê ji warê xwe yê ku bi keda xwe ava kirine, derdixînin.

Di vê rêwîtiya dirêj de ew zarokên ku bi hemû êş û janan re rû bi rû mane, niha mezin bûne û gelek ji wan zanîngeh kuta kirine. Bi vê azwerî û hewldana xwe ji bo mirovên xwedî hêvî bûne nimûneyeke cuda. Niha çiqas ji welatê xwe dûr bin jî bi hewldanên xwe dev ji jiyanê bernedane û lewra Mexmûr kirine qada jiyana nû.'

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN