Hêviyên cotkaran nemaye
MANÎSA (DÎHA) - Cotkarên ku di bin krîza aboriyê de ne li ber îflasê ne. Coktarên Turgutluyê diyar kirin ku hilberîna ku saleke ked dane di destên wan de maye. Cotkar Ata Demîr yi hemberî polîtîkayên dewletê nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Her sal em hêviyên xwe dihêlin sala bê, lê rewşa me xirabtir dibe."
Ji ber krîza aborî ya ji krîza siyasî diqewime di qada çandiniye de jî kurtin dibe. Bi taybetî kRîza di Rûsyayê de diqewima û şerê li Kurdistanê cotkarên bi çandiniyê ve mijul dibin anî ber îflasê. Cotkarên li navçeya Turgutluya Manîsayê diyar kirin ku krîza aboriyê bandorê li wan dike û nikarin hilberînên xwe bifiroşin.
'Rewşa cotkaran ne baş e'
Cotkarê bi navê Ata Demîr ê li Deşta Gedîzê 12 sal in cotkariyê dike diyar kir ku par bi zirarê hilberînên xwe firotine û îsal jî di heman rewşê de ne. Demîr da zanîn ku îsot û balîcanan diçîne û ji ber ku hilberînên nazik in ligel ve yekê jî piştgiriya ku tê dayîn pir kêm e. Deîr anî ziman ku ji bo donimekî 20 TL mazot û peyn piştgiriyê digirin lê ev têra lêçûnên wan ên ji sedî 1'ê jî nake. Demîr wiha got: "Rewşa karkeran ne baş e. Bîistikrariya li welat û pevçûn bandor li me kir."
Demîr da zanîn ku gelek coktar di nava deynan de ne û ji ber krîzê nikarin hilberînên xwe bifiroşin. Demîr ev tişt anî ziman: "Bila bên halê me bibînin. Yên ku dibêjin rewşa aboriya welat baş e bila bên rewşa cotkarên li Deşta Gedîzê bibînin. Her sal em hêviyên xwe ji sala bê re dihêlin. Lê sal tê rewş xirabtir dibe."
Li baxçe dirizin
Cotkarê bi navê Velî Gulsun ê ku 17 sal in cotkariyê dike jî anî ziman ku rojên ewil dema ku hilû nû derketin baş bû lê niha hemû li ser daran mane. Gulsun da zanîn ku buhayê hilberînan li gorî salên borî kêm bûye sedema vê yekê jî krîza bi Rûsyayê re ye. Gulsun anî ziman ku bazirgan bi 1.5 TL'î kîloya hilûya dikirin lê ev têrê nake, ligel ku zirarê dikin jî mecbûr dimînin bifiroşin, heke wisa neke dê hilberînên wan birizin.
Gulsur got ku cotkar mecbûr dimînin darê xwe dibirin, dê cotkarî biqede.
Gulsun da zanîn ku di baxçeyê xwe de êzî 30 kesan dide xebitandin û rojê 2 hezar pere dide, piştgiriya mazot u peynê kêm e. Gulsun diyar kir ku nikarin hilberinênên xwe kom bikin an li zeviyê yan jî li ser daran dimîne.
'Me ber bi birçîbûnê ve dibin'
Hatîce Kiliç a 50 salî jî diyar kir ku ji ber ku kîloya tirî ji 5 TL'î ketiye 3 TL'î ew jî pel kom dike û wiha axivî: "Tirî xilas kirin. Heke em neyên pel kom nekin û nefiroşin em ê di nava sefaletê de bin. Nanê me yê salekî erzan dikirin. me ber bi sefalet û birçîbûnê ve dibin."
(sa)