HDP destnedayînan dibe AYM'ê
25 Gulan
13:04
2016
ENQERE (DÎHA) - Parlamenterên HDP'ê têkîldarî rakirina destnedayînên parlamenteran roja înê serî li AYM'ê bide û îtiraz bike.
Parlamenterên HDP'ê têkîldarî rakirina destnedayînên parlamenteran roja înê serî li Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) bide û îtiraz bike. HDP dê di serledanan de diyar bike ku parlamenterên ku gel û civak di çarçoveya mafê qanûna esasî de bi riya hilbijartinê wekî îrade hilbijartine û şandine meclîsê, destnedayînên wan bi riyên nehiqûqî hatiye rakirin.
HDP'ê ji bo îtiraza ku dê bike di serî ji baroyan ji hemû rêxistinên mafên mirovan û parêzeran piştgiriyê dixwaze.
(sa)