DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Fîlmamed di roja 2'yemîn de bi belgefîlmên cuda didome

 
25 Gulan
09:48 2016

AMED(DÎHA)- 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlamedê ya bi dirûşmeya "Her der berxwedan, her der sînema" bi pêşandana belgefîlman û çalakiyên sînemayî didome.

4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ya bi dirûşmeya "Her der berxwedan, her der sînema" û bo bîranîna sînemager Îslam Balikesîr ê li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê ya yekem de hatibû qetilkirin, duh bi pêşandana wêneyan "Bîr" û belgefîlma "Banga Roj"ê dest pê kir. Mîhrîcana ku di serî de ji Kurdistanê û bi giştî ji Tirkiye, Almanya, Fîlîstîn, Kamboçya, Meksîka, Arjantîn, Îngilîstanê û gelek welatên din belgefîlm beşdarî wê bûn, dê bi giştî 45 belgefîlm bên pêşandan.
Fîlmên ku dê îro li Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê, Eywana-1'ê bên pêşandan ev in: "Yên Bêpatron(14.00)", "Kevir(16.00)", "Bihuşta Min(18.00)" û "Roza:Welatê Du Çeman(20.00)."

Têmaya belgefîlmên ku dê bên pêşandan:

*Yên Bêpatron: Jiyana 11 karkeran vedibêje. Ev karker ji bo îdameya jiyana xwe karxaneya ku lê ne dagir dikin. Piştî desteserkirina karxaneyê hemû rê û resmên lê ne hildiweşînin û li gor xwe ava dikin. Belgefîlm anatomiya berxwedaneke rasteqîniyî vedibêje.

*Kevir: Ji du xebatên vîdeoyî pêk tê, ku du derhênerên ciwan ên li erdnîgariyên cihê dijîn û xwedî tecrubeyên jiyanê yên cihê ne. Li ser vê têgeheke hevbeş bo xwe kirine xala sereke û têde cîhana xwe vediguherînin.

*Bihuşta Min: Wêneyekî hevalên dibistanê…yê ku berî 25 salan li bajarê Serêkaniyê li ser sînorên Tirkiyê li rojavayê Kurdistanê hatibû kişandin. Ev wêne refleksîyonek mozaîka pir-netewî û pir olî ya Serêkaniyê, kurd, ereb, ermen, tçîçanî, misilman, xirîstiyan û êzîdî bi sedsalan e ku bi hev re, di nav hev de bi aramî dijîn.
Fîlm li pêyî şopa hevalên dibistanê ye, niha mezin bûn û berê qedera her yekî bi alîkî de çûye.

*Roza: Welatê Du Çeman: Şoreşa Rojava vedibêje. Di vê şoreşê de kurd, suryan û ereb çawa cihê xwe girtine û têkoşîna wan tê nîşandan. Gelên li wê derê ji hêlekê ve li hemberî DAIŞ'ê şer dikin û ji hêlekê ve jî dixwazin jiyaneke komunal a bi navê "Xweseriya Demokratîk" ava bikin.

(red/






ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN