Baluken: Em dê li dijî bloka darbeyê bloka demokratîk ava bikin
AMED (DÎHA) - Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, têkildarî darbeya siyasî ku bi hevkariya AKP, CHP û MHP'ê li dijî HDP'ê pêk hat diyar kir ku ew dê li dijî bloka darbeyê bloka demokratîk ava bikin. Balûken, anî ziman ku ger CHP dixwaze di meclîsê de siyasedê bike divê li cem HDP'ê cih bigire. Baluken, der barê heyeta CPT'î de jî anî ziman ku rol û rista xwe pek nine.
Bi fermana Serokomar Tayyip Erdogan û daxwaza AKP'ê zagona rakirina destnedayînê ket rojeva meclîsê. Zagon bi hevkariya AKP, MHP û CHP'ê li meclîsê hat erêkirin û xwestin wekîlên HDP'ê bên darizandin. Piştî vê yekê bertek û nerazîbûnên li hemberî partiyên zagon erêkirin zêde bûn. Têkildarî helwesta CHP'ê bertek gelek zêde ne. Serokwekîlê Koma HDP'ê îdris Baluken helwesta CHP'ê û feraseta AKP'ê nirxand. Dîsa ziyareta CPT ya li îmraliyê bi DîHA'yê re parve kir.
Balûken, anî ziman ku konsepta "darbeya meclîsê" piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê xistin meriyetê û ji bo vê hewldana darbeyê rewşa aloz ava kirin û şer derxistin. Baluken, destnîşan kir ku di pêvajoyên darbeyê de pêdivî bi kaos û aloziyê heye û ji bo vê yekê di bin navê Qedexeya Derketina Kolanan de komkujî pêk anîn û wiha got: "Li gel hemû alozî, astengî û zextan di hilbijartina 1'ê Mijdarê de HDP'ê dîsa bendav derbas kir û hemû planên Erdogan serobin kir. Mekanîzmaya darbeyê heta nava MHP û CHP'ê dirêj bûn û hedefa hemûyan xistina HDP'ê bû. Xwestin li ser HDP'ê darbeyê têxin meriyetê û ji ber vê yekê berî her tiştî xwestin HDP'ê di meclîsê de bê tesîr bikin û hemû bê hiqûqî pêk anîn. Em dê tu carî vê bê hiqûqîyê qebû nakin."
'Damara yekperestiyê ya CHP'ê teqiya'
Baluken, anî ziman ku di kadroyên CHP'ê de damara statukoparêz û yekperestî heye û vê damara wan ku di salên 90'an de derketin der, niha dîsa xwe dan der. Baluken, bilêv kir ku dema mijar dibe kurd damara statukoparêz û yekperest diteqe û polîtîkayên kişaftin û îmhayê dixin meriyetê. Baluken, anî ziman ku minaka vê yekê ya şênber Plana Islahata Şerqê ye Bakune, da zanin ku wê demê komkujiya fîzîkî erê kirin û niha jî komkujiya siyasî erê kirin û feraseta wan nehatiye guhertin.
Baluken, da zanîn ku vê helwesta CHP'ê di nava wê de jî perçebûnek ava kir û ger ku bi vê ferasetê bêtir tevbigere dê perçebûna wê zêdetir bibe. Baluken, bilev kir ku niha li hemberî wan CHP ya ku nizane dê çi bike heye û xwest êdî CHP xeta xwe zelal bike û li cem HDP'ê cihê we bigire. Baluken, da zanîn ku CHP'ê bi erêkirina zagonê bû şirîkê sûcê AKP'ê. Baluken, bang li Wekîlên CHP'ê jî kir û xwest ger ku naxwazin bibin şirîkê vî sûcî pêwiste li cem HDP'ê cihê xwe bigirin. Baluken, ji wekilên CHP'ê yên ku ji "Darbeyê" re gotin na xwest ku êdî helwesta xwe aşkere bikin û biryara xwe aşkere berdewam bikin. Baluken, bilêv kir ku ger di erêkirinê de israr bikin dê cihê wan ê siyasetê di meclîsê de neminê û ger dixwazin cihê wan di meclîsê de hebe pêwiste li cem HDP'ê cihê xwe bigirin.
Baluken, da zanîn ku ew dê ji bo îtîrazê li Dadgeqa Qanûna Esasî bidin û ji bo karibin serî li dadgehê bidin pêdivî bi 52 ek imzaya ihtiyacımız var, 110 milletvekiline ulaşmak için. HDP'nin hazırladığı taslağa imza atmak wekîlan heye. Baluken, anî ziman ku ligel wekîlên HDP'ê pêdiviya wan bi 52 wekilên din heye û xwest wekilên CHP'ê yên gotin na cihê xwe di vê metra îtîrazê de cih bigirin.
Li dijî bloka AKP,CHP û MHP'ê, bloka demokratîk
Baluken, destnîşan kir ku ew tu carî gavan paşve navêjin û dê li hemberî bloka darbeyê ya AKP, CHP û MHP'ê bloka demokratîk ava bikin û bi 110 wekilan serî li Dadgeha Qanûna Esasî bidin. Baluken, anî ziman ku li Kurdistan û Tirkiyeyê 22 civîn, mîtîng û hevdîtinên demokratîk pêk tînin û dê li diji plana darbeyê bloka demokratîk xurt bikin.
Baluken, bilêv kir ku hemû feslekeyên hatine amadekirin li dijî zagon û hiqûqê ye û hemû hevdîtinên li Îmralî û Qandîle kirine bi erêkiran hikûmetê pêk hatine. Baluken, bilêv kir ku ev feslekeyên hatine amadekirin li dijî aştiyê bêhurmetiya herî mezin e.
'CPT rol û rista xwe pêk nîne'
Baluken, daxuyand ku heyeta wan ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin nekiriye û Ocalan di bin tecrîda heri giran de ye. Baluken, ziyareta CPT'î jî nirxand û anî ziman ku ev ziyaret gelek dereng pêk hatiye.
Balûken, anî ziman ku CPT'ê dereng bersîv daye daxwaza wan û wiha got: "Ev ziyaret ne li gorî rol û misyona CPT ye. Dixwazin dengê Ocalan qut bikin. Ev tecrida li ser birêz Ocalan pêk tê tenê bi hêz û qutreda îxtîdara AKP'ê û Qesrê pêk nayê, bi destê hêzên navneteweyî jî berdewam dike. Ji ber ku Ocalan siyaseta rojhilata Navîn rast dixwîne û li gorî wê çareseriya xurt datine. Hêzên navneteweyî ku dixwazin li Rojhilata Navîn modelek nû ava bikin naxwazin fikrên Brêz Ocalan ji aliyê Rojhilata Navîn ve bê zanîn û ji fikrên Brêz Ocalan ditirsin. Ji ber vê yekê dengê Brêz Ocalan qut dikin. Ji hêza wî ya çareseriyê ditirsin û Ji ber vê yekê saziyên li Ewropa ku mafên mirovan diparêzin, li şûna li gorî pîvan û rêgezan tev bigerin, dijberî vê yekê li gorî zextên siyasî yên dewleta xwe tev digerin.
'Tabloya Sûrê tabloya hovîtiyê ye'
Baluken, herî dawî bal kişand ser êrîşên hêzên dewletê yên li ser Sûr, Sîlopya, Cizîr, Gever, Şirnex û Nisêbînê û destnîşan kir ku tabloya hêzên dewletê li Sûrê û bajarên Kurdistanê li pey xwe hiştiye tabloya hovîtîyê ye.
Baken, anî ziman ku Rêxistina Efoya Navneteweyî jî der barê Sûr û Cizîrê de rapor aşkere kirin û ew dê vê pêvajoyê bişopînin.
(mae)