DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Belgefîlma 'Banga Roj'ê bi coş hat temaşekirin

 
24 Gulan
22:50 2016

AMED (DÎHA)- Belgefîlma 'Banga Roj' destpêka 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ji aliyê bi sedan kesî ve bi coş û baldarî hat temaşekirin.

Belgefîlma 'Banga Roj' a destpêka 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê hat nîşandan ji aliyê sedan kesî ve bi coş û baldarî hat temaşekirin. Fîlm li 'Eywana-1'ê ya Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê hat pêşandan. Beriya pêşandana belgefîlmê di kesayetiya sînemager Îslam Balikesîr ê li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê ya yekem de hat qetilkirin de ji bo hemû kesên di rêça azadiyê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan deqiqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê yek ji endamê Komîteya Mîhrîcanê Îslam Dagdevîren û Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin axivîn. Aydin û Dagdevîren li ser têmaya mihrîcanê rawestiyan û naveroka wê diyar kirin.

Piştî axaftinan belgefîlma 'Banga Roj' ya derhêneriya wê Cemîl Kizildag û Hamdî Akyol kirin û bi têmaya xwe li ser jiyana gerîlla û xwevekişîna wan î 2013'an bû hat pêşandan. Belgefîlm ji aliyê bi sedan kesî hat temaşekirin.

(red/gka)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN