HDP teklîfa darbeyê dibe AYM'ê
ENQERE (DÎHA) - Ji bo betalkirina teklîfa darbeyê, HDP dê li ser navê 53 parlamenterên ku dosyayên wan ên destnedayînê hene di 26'ê Gulanê de bi daxwaza betalkirina teklîfê serî li AYM'ê bide.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) teklîfa guherandina Makezagonê ya ku ji bo tasfiyeya siyaseta demokratîk hatî amadekirin ji bo betalkirinê dibe Dadgeha Makezagona Bingehîn (AYM). Piştî ku teklîfa darbeyê bi 376 dengan li Meclîsê hate erêkirin, xebatên ku ji aliyê Komisyona Hiqûqê ya HDP'ê ve hatî destpêkirin didome. Komîsyona ku li ser daxwaznameya serlêdanê çend roj in dixebite, di çarçoveya xala 85'emîn a Makezagonê de daxwaznameyan amade kir.
Li gorî xala 85'emîn a Makezagonê, parlamenterên ku der barê wan de dosyayên destnedayînê hene piştî qebûlkirina teklîfê dikarin di nav 7 rojan de serî li AYM'ê bidin. Dê 53 parlamenterên HDP'ê jî di vê çarçoveyê de bi daxwaza betalkirina teklîfa darbeypê di 26'ê Gulanê de serî li AYM'ê bide.
Piştî serlêdanê divê AYM di nav 15 rojan de biryarek bide.
Ji bilî serlêdana giştî, Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê amadekariya serlêdanên şexsî jî dike. Piştî serlêdana giştî dê parlamenter wek şexs jî serî li dadgehê bidin.
(sy)