CHP'iyên dixwazin derbasî HDP'î bibin
ENQERE (DÎHA) - Hin parlamenterên CHP'ê piştî ku partiya wan pêşnûmeya "darbeyê" ya AKP'ê "erê" kir serî rakirin. Hin CHP'î piştî ku 376 dengên "erê" derket û civata giştî la meclîsê bi dawî bû hate îdiakirin ku çûne cem HDP'iyan gotina "Li CHP'ê tiştekî ku em bikin nema em derbasî HDP'ê bibin" bi kar anîne.
Hefteya borî di meclîsê de ji bo pêşnûmeya "darbeyê" ya AKP'ê dengdan çêbû û pêşûne hate qebûlkirin. Piştî ku pêşnûme hate qebûlkirin nîqaşên di nava CHP'ê de ji bo ku pêşnûmeyê bibin Dadgeha Qanûna Esasî didomin. Roja ku pêşnûme hate qebûlkirin detayekî ku derket holê bal kişand. Dema ku pêşNûme hate meclîsê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniya "li dijî qanûna esasî ye lê em ê bibêjin erê" da û ligel vî daxuyaniyê jî di nava partiyê de gelk parlamenteran dengê"na" bi kar anîn, li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan. Lê ji ber ku di tura yekemîn de dengên ku sînorê referandumê derket CHP ji vê yekê tirsiya û piştî ku pêşNûme hate qebûlkirin jî nîqaş zêde bûn.
'Di CHP'ê de karê me nema em derbasî HDP'ê bibin'
Ev nîqaş di kampa CHP'ê ya li Antalyayê de jî hatin rojevê. Lê ev nîqaş ewil piştî ku pêşnûme di civata giştî de hate qebûlkirin di kulîsên meclîsê de hatin jiyîn. Li gorî çavkaniyên HDP'ê piştî dengdayînê ji ber ku dengên ku zêde derketin û hatin qebûlkirin CHP kir du parçe, hin parlamenter piştî dengdanê bi hin parlamenterên HDP'î re hatin em hev. Di vî hevdîtinê de hate îdiakirin ku hin CHP'iyan gotina "Li CHP'ê tiştekî em bikin nemeya em derbasê HDP'ê bibin" bi kar anîne. Parlamenterên HDP'ê jî ev yek piştrast kirin. Tê gotin ku parlamenterên CHP'ê yên navborî ji ber ku CHP bûye hevkarê AKP'ê û pêvajo bi lezgîn kiriye nerazîbûn nîşan dane û rexneyên giran li rêveberiya partiya xwe kirine.
Nîqaşên birina AYM'ê kir du parçe
Di CHP'ê de piştî ev nîqaşên ku hatin kirin heman nîqaş li Kampa Nirxandin û Xebaxê ya Antalyayê de jî hatin kirin, yek ji rojeva esasî bû rakirina destnedayînan. Piştî ku pêşnûme pate qebûlkirin HDP ji bo ku mijarê bibe Dadgeha Qanûna Esasî amadekarî dest pê kir û îmzayên 110 parlamenteran ên ku ji bo vê pêwîst e dîsa bal bir li ser CHP'ê. Lê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu li ser vê yekê daxuyaniya "yên ku îmze davêjin an bila biçin HDP'ê yan jî bila îstifa bikin û wekî parlamenterê serbixwe bixebitin" da. Li ser vê yekê pirsgirêk gihîşt aseteke din. HAte xwestin ev yek bi dengdayînê bê diyarkirin lê Kiliçdaroglu ji bo vê yekê jî destur neda.
Lİgel van nîqaşan jî tê gotin ku ji bo pênûmeya darbeyê bibin Dadgeha Qanûna Esasî 110 îmzeyên pêwîst dê bidin. Tê texmînkirin ku ev nîqaşên ku di nava CHP'ê de tê kirin û di kulîsên meclîsê de tê dîtin di rojên pêş de kurtir bibe.
(sa)