Ji HDP'ê biryara berxwedanê: Vîna gel nayê darizandin
ENQERE (DÎHA) - HDP, têkildarî daxwaza "Darbeyê" ya AKP’ê ku armanca dike siyaseta demokratik tasfiye bike, amadekariya giliyê Dadgeha Qanûna Easî bike dike. HDP’î dê bi xwe neçin îfade nedin. Dema bi zorê bên binçavkirin jî dê kurd dakevin qadan û dê bêjin “Vîna gel nayê darizandin" û çalakiyan pêk bînin.
Bi daxwaza AKP’ê zagona "rakirina destnedayînê" hat guhertin û rê li pêş darizandina wekîlên HDP'ê hat vekirin. Plana "Darbeyê" ku armanca dike ku siyaseda demokratîk û wekilên HDP’ê derxe dervê meclîsê bi alîkarî û hevkariya CHP û MHP’ê bi 376 dengan hat erêkirin. Piştî ev zagon hat guherin û rê li pêş darizandina wekîlên HDP’ê hat vekirin çavê her kesî çû ser HDP'ê. Meclîsa Partiyê û Lijneya Navendî ya HDP'ê bi lezgîn civin pek anîn û der barê helwesta pêşerojê û xebatên bikin de biryarên girîng girtin.
Dê daxwaza 'Darbê' bibin Dadgeha Qanûna Esasî'
HDP'ê di civînê de biryara “Li dijî darbeya AKP’ê heta dawî di berxwe bidin" dan. Di civîne de ev helwesta AKP, CHP û MHP'ê pekî plana “darbe” hat binavkirin û biryar dan ku vê daxwazê bibin Dadgeha Qanûna Esasî û li wir gilî bikin. Ji bo serlêdanê pêdivî bi îmzeya 110 wekîlan heye. Lê ji ber ku hêjmara îmzeyên wekîlên 59 wekîlên kêm in, pêdivî bi 51 îmzeyên din heye. HDP dê bang li wekîlên ku dengê “Na" bikar anîn bikin.
Dê roja înê serlêdana tekakesî bikin'
HDP'ê ji bo serlêdana tekakesî jî komîsyona hiqûqê amade kirin. Dê roja înê serlêdana tekakesî bikin. Wekîlên HDP'ê yên der barê wan de daxwaza îfadeyê bê kirin, dê neçin îfadeyê nedin û neçin dadgehê. Piştî ev guhertina zagonê ji aliyê Serokomar ve hat erêkirin, dê rêya darizandinê li pêş wekîlan bê vekirin. Wekilên ku dangeh ango dozger ji bo îfadayê bang li wan bikin ji dê neçin îfade nedin.
Ger ku bên binçavkirin jî dê dakevin qadan
HDP’î dê bi xwe neçin îfade nedin. Dema bi zorê bên binçavkirin jî dê kurd dakevin qadan û dê bêjin “Vîna gel nayê darizandin" û çalakiyan pêk bînin. HDP'ê li dijî binçavkirin, girtin, û darizandinê biryara li her derê berxwedanê zêde bikin.
(mae)