Navê nû ya 'karkerên demsalî': Karkerên penaber
SERHAT WELAT DAGDELEN / ÎBRAHÎM COŞKUN
MANÎSA (DÎHA) – Li navçeya Turgutla ya Manîsayê ku navenda karkerên demsalî ye, ji ber ku bi heqdestên erzantir û bê sîgorta dixebitin îsal bi giranî karkerên penaber tên tercîh kirin. Karkerên penaber ku ji hemû mafên fermî bêpar in ji bo 25 TL rojê 12 saetan dixebitin.
Bi mîlyonan penaberên ku di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) de dibe mijara bazariyên bêsinc ên siyasî û aborî, li Tirkiyeyê weke karkerên bê sîgorta û bi heqdestên erzan tên xebitandin. Li gel ku her sal di mehên bihar û havînê de bi navê "karkerên demsalî" bi sedhezaran kes li bajarên Tirkiyeyê bi erzanî di zeviyan de tên xebitandin, îsal bi taybet "karkerên penaber" ên ku ji hemû mafan bêpar in tên tercîh kirin. Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî, fabrîkayên bi navê Nîl Batu û Euro, li cihê karkerên demsalî yên ji bajarên Kurdistanê, dest bi xebitandina karkerên penaber kirin.
12 saet xebat 25 TL
Karkerên ku piraniya wan penaber in, kamyonên firingî û îsotan ên tînin zeviyên vala yên li Taxa Mustafa Kemalê, ji hev vediqetînin. Karkerên ku danê sibê saet di 07.00'an de dest bi xebatê dikin heya êvarê saet 18.00'an dixebitin û rojê 25 TL pere digirin.
Karkerên zarok jî tên xebitandin
Her çiqas, çawişên kar ên karkeran îddia dikin ku ji ber penaber ji mafên fermî bêpar in bê sîgorta tên xebitandin jî, karkerên ji herêmê jî dan zanîn ku ew jî bê sîgorta tên xebitandin. Her wiha di nav karkeran de, zarokên karker jî balê dikşînin û çawişên kar vê rewşê jî hewl didin bi gotinên "Zarok naxebitin, ji bo alîkariya malbatên xwe tên" biparêzin. Tevî ku ji vê rewşê agahdar in jî hemû saziyên fermî çav ji vê rewşê re digirin.
'Em dizanin zehmet e lê derfet tune ye'
Welatiyê bi navê Kesuma Sadun Temo (60) ê ku ji Rojavayê Kurdistanê ye, tevî 2 zarokên xwe hatiye navçeyê û tevî temenê xwe jî neçar maye ku di nav van şertên giran de bixebite. Temo da zanîn ku ew 400 TL kirê didin malê û got "Em di bin tavê de bi saetên dixebitin. Em dizanin kareke zor û zehmet e lê wekî din derfetê me tune ye."
'Em ji sibehê heya êvarê dixebitin'
Penabera bi navê Ferhat Azîz (55) jî tevî 6 zarokên xwe ji bajarê Duhokê ya Başûrê Kurdistanê hatiye navçeyê û ew jî neçar maye ku di nav van şertan de bixebite. Azîz da zanîn ku ew ji sibehê heya êvarê qaseyên firingî û îsotan ji hev vediqetînin û wiha axivî: "Kireya me 350 TL ye. Tevî av û elektrîkê lêçûna me dibe 500 TL. Em di nav şertên giran de di bin tavê de bi saetan dixebitin."
'Rewşa me ji şer girantir e'
Cemile Xelîl a 54 salî jî tevî ku ji dilê xwe nexweş e hey êvarê dixebite û anî ziman ku nexweşxaneyên li navçeyê jî tedawiya wan nakin. Xelîl rewşa ku di nav de ne jî bi gotinên "Rewşa em di nav de ne ji şer xirabtir e" anî ziman.
Çawişê karkeran: Mecbûr in ku li vir bixebitin
Çawişê karkeran Ahmet Şukru yê ku di navbera penaberan û fabriqayê de têkiliyan datîne jî da zanîn ku li cihê kar gelek qeza jî diqewimin û ew bi derfetên xwe ve mudaxaleyê qezayan dikin. Şukru anî ziman ku karker ji bo kireyên xwe yên malê bidin mecbûr dimînin ku vî karî bikin.
(sy)