Banga li CHP'ê: Bi îmzeyên xwe werin HDP'ê
SÊRT (DÎHA) - Siyasetmedarên kurd li gel astengî û êrîşên polîsan bi gel re hatin cem hev. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku kurdan tu carî li hemberî zextan serî netewandiye. Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu jî anî ziman ku êdî mafê gotinê yê gel e. Wekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken jî bang li Wekîlên CHP'ê kir got: "Ji bo hûn nebin şirîkê vî sûcî hûn dikarin bi îmzeyên xwe bigirin û werin deriyê HDP'ê. Em li hemberi darbeyên birayên Daltonan têk naçin.
Partî u rêxistinên HDP, DBP, KCD û HDK'ê li Sêrtê li dijî darbeyê hatin cem hev û gel slav kirin. Girse ewil rastî êrîşa polisan a bi ava şid hat. Hevserokên KCD'ê Hatip Dicle û Leyla Guven, Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu, Wekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken, Wekîlên HDP'ê, hevşaredarên DBP'ê amade bûn. Sazî û partiyan xwestin bi navê "Li dijî darbeyê hevdîtina demokratîk" pêk bînin. Girseya ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn rastî êrîşa polîsan a bi ava şid hatin. Polîsan bi ava şid û gaza bombeyên gazê êrîş kir û girsê jî bi silogana "Erdogan istifa" bersîv da.
Pişti rageşiya demek dirêj girse dîsa li ber avahiya Şaredariyê kom bûn û li vir bertekên xwe anîn ziman.
Guven: Kurd tu carî serî danînin
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, diyar kir ku kurdan tu cari li hemberî êrîşên serdestan serî daneniye û dê tu carî serî danînin û wiha got: "Dibe ku yên wan çekên wan û zirxên wan hebin. Lê yê me dilê me û berxwedana me heye. Dixwazin kurtan xelas bikin. Lê berxwedana li Cizîr û Sûrê dîtin. Seyid Rizayên me hene. Tu carî nikarin kurdan xelas bikin. Kurd li virin, lê Davutoglu li kuye. Ciwan û jinên kurd li ser piyan in. Tu carî serî natewînin."
Girsa li ber şaredariye kom bûn, be navber siloganên "Qatil Erdogan" û "Azadî dê ya kurdan be" berz kir.
Kurkçu: Êdî gotin ya gel e
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertugrul Kurkçu jî anî ziman ku kurd li gel ew qas êş û zilmê dîsa dibêjin xwiş û biratiya gelan û di ber xwe didin. Kurkçu, anî ziman ku ew êdi mafê axaftinê didin gel.
Baluken: Ev eniya faşizmê ye
Wekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken jî anî ziman ku li gel hemû êrîşan gelê kurd li vîna xwe xwedî derketiye û wiha got: "Darbeya qesrê ji 7'ê Hezîranê heta niha berdewam dike. Li Cizîr, Sûr, Nisêbin û Geverê îro gel di ber xwe dide. Yên li hemberî berxwedana gel têk çûn îro li Nisêbîn û Geverê balafirên şer bikar tînin û li ser bajaran bombe dibarînin. Em jî wekî hevrêyê xwe Mehmet Tunç dibêjin "Hûn dikarin bi hemû hovîtiya xwe bên ser me, lê hûn nikarin serê me bitewînin. Em çogn li ber we natewînin" Baluken jî bang li Wekîlên CHP'ê kir got: "Ji bo hûn nebin şirîkê vî sûcî hûn dikarin bi îmzeyên xwe bigirin û werin deriyê HDP'ê. Em li hemberi darbeyên birayên Daltonan têk naçin.
(mae)