DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Partiyên Başûr piştgirî dan HDP'ê

 
22 Gulan
17:20 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - KNK'ê li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlerê bi tevlêbûna gelek partiyên siyasî derbeya parlamentoya Tirkiyeyê şermezar kirin û piştgirîn dan HDP'ê. Partiyên Başûrê Kurdistanê gotin "Destdana HDP'ê, destdana me ye".

Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di pêşengiya KNK'ê de li Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Kurdistan a Hewlerê civîna çapemeniyê pêk anî û biryara parlamentoya Tirkiyeyê ya der barê HDP'ê de şermezar kirin û piştgirî dan HDP'ê. Nûnrên KNK, Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê, YNK, Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê, Tevgera Azadî, Partiya Ayîndeya Kurdistanê, Partiya Sûryaniya ya Bet Nahrin a li Herêma Kurdistanê û çend partiyên din ve civîna çapemeniyê bi dirûşmeya 'Destdana HDP'ê, destdana me ye' tev li civînê bûn û bertekên xwe anîn ziman. Endamê KNK'ê Celal Kemal Zade daxuyanî xwend û diyar kir ku destdana HPD'ê destdayîna wane û got: " Destdana HDP’ê destdana me ye. Gelê me li Bakûr di bin zext û zilma AKP'ê de ye. Ew nûnerên ku gelê me şandiye rastî êrîşan hatin. Êrîşkirina li ser HDP li ser me hemiyane. Siyaseta gef û êrîşê li ser Kurdan berdewam kir. Terorîzma dewletî li dijî Kurdistanê bi rêve bir. Bi sedan çalakvan hatin girtin, qetilkirin û birîndar bûn. Li ger hemû êrîşan ji HDP'ê ji sedî 11 denga anî."

Endamê KNK'ê Celal Kemal Zade, xwest dadgehên cîhanê vê biryara li ser HDP'ê hatiye girtin şermezar bike û wiha berdewam kir: "Divê dadgehên li cîhanê vê biryara palamentoyê şermezar bikin. Ev helwesta li hember HDP'ê ji bo tirsandin û bêdengkirina dengê aştî û çarseriyê ye. pirsgirêka kurd bi şer û zextan çareser nabe. Em daxwaz li hemû partî û aliyan dikin ku piştgiriya HDP’ê bikin. Li dijî nijadperestiyê rawestin."

Peyama Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusuv Mihemed jî ji aliyê Parlamenterê Tevgera Goran Adil Ezîz ve hat xwendin. Yusuv Mihemed anî ziman ku mafê destlêdanê li ser HDP’ê bi biryarekî hat rakirn, lê dê tu carî nikaribin vîna kurdan û têkoşîna kurdan têk bibin.

Serokê Koma YNK'ê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî jî wiha got: "Em ji bo şermzarkirina biryara li ser HDP'ê kom bûne. Li Tirkiyê di warê demokrasî de paşketin heye. ev briyar wisa nîşan dide. Ev hewldanên aştiyane yên HDP'ê kêm nake. Em li pişta wan in.

Nûnerên Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistana Îran, Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yek bi yek axivî û piştgirî dan HDP'ê.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN