DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Bekaroglu: Di CHP'ê de takdîk nayê guhertin

 
22 Gulan
11:20 2016

ANTALYA (DÎHA) - Wekîlê CHP'ê Mehmet Bekaroglu, diyar kir ku ji kampa Antalya berzkirina dengî îstîfaye asayî ne û CHP şiband Trabzonsporê û wiha got: "Xeyalê Trabzonsporê her dem bibe şambiyon heye, lê her çend rêveberi, lîstikvan, Teknik tê guhertin jî disa nabe şambiyon. Ji ber ku taktik nayê guhertin."

Kampa CHP'ê ya li Herêma Turîzmê ya Bellek a Antalyayê didome. CHP'ê di civînê de ewil li ser xala destnedayînê axivîn. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Wekilên CHP'ê û endamên meclîsa CHP'ê tev li civînê bûn. Di civînê de yên li dijî Navenda Giştî ya CHP'ê bertekên xwe anîn ziman û li dijî dengê "Erê" bertekên xwe anîn ziman jî derketin. Endamên meclîsa CHP'ê diyar kirin ku pêwist bû berî ev biryar bê dayîn niqaş bihatina kirin û ev biryar di meclîsa CHP'ê de nehatiye niqaşkirin.

Wekîlê CHP'ê Mehmet Bekaroglu, têkildarî dengê cuda û nerazîbûnan diyar kir ku ev dengê cuda û nerazîbûn asayî ye. Bekaroglu, diyar kir ku ji kampa Antalya berzkirina dengî îstîfaye asayî ne û CHP şiband Trabzonsporê û wiha got: "Xeyalê Trabzonsporê her dem bibe şambiyon heye, lê her çend rêveberi, lîstikvan, Teknik tê guhertin jî disa nabe şambiyon. Ji ber ku taktik nayê guhertin."
Civîna CHP'ê berdewam dike

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN