DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Piştî koçberiya demsalî koçberiya esnafan destpê kir

 
22 Gulan
09:18 2016

RIHA (DÎHA) - Li Riha ya ku bi hezaran karkerên demsalî diçin bajarên Tirkiyeyê, esnafên ku li pey karkeran dimînin jî tên ber îflasê. Esnafên ku dikanên xwe kilît dikin û digirin bi hezaran welatiyan berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê.

Karkeriya demsalî ya ku yek ji pirsgirêkên Tirkiyeyê yên bingehîn e bi hatine demsalê re dest pê kir. Bi meha gulanê re bi hezaran welatî wekî karkerên kartol, pîvaz, pembo, findiq, mişmişê diçin bajarên Tirkiyeyê. Heta dawiya payîzê gelek welatî di kaseyên kamyonan de jiyana xwe ji dest didin. Yên ku dikarin biçin jî bi kon an jî bareqeyên bê tuwalet, bêserşo mecbûr dimînin bijîn. Xetereyeke din a li pêş karkeren demsalî ye jî êrîşên nijadperestan e. Karkerên ku di şert û mercên zehmet de dijîn, wekî wan zarokên wan jî bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Karkerên ku bi van zehmetiyan re rû bi rû dimînin esnafên li pey wan dimînin jî nikarin kar bikin dikanên xwe digirin kilîtê lê didin û ew jî weke karkerên demsalî mecbûr dimînin biçin bajarên din.

'6 mehan kar tuneye'

Navçeya Eyyubiye ya Rihayê hema ku vala dibe. Mahmut Şahîn ê ku li cadeye Eyup Pexember esnaf e diyar kir ku rojên dest pêkê yên meha 5'emîn karên wan kêm dibe. Şahîn bilêv kir ku niha karkerên demsalî êdî diçin û wiha got:"Heta meha 11'emîn jî nayên. 6 mehan karê me tuneye. Li vê derê karê me nîv î nîv kêm dibe. Welatiyên ku li herêmên çolter dijîn dema ku hilberînên xwe difiroşin hinekî karê me jî vedibe. Esnafên ku diçin jî hene. Heke nifusa malbatê zêde be, li benda sekinandina helberînên xwe namîne û diçin bajarên din."

'Malbatên hejmara wan zêde ne diçin'

Esnafê bi navê Nûrî Çîçek ê ku ew jî li Eyyubiyê ye diyar kir ku dema ku karkerên demsalî diçin li navçeyê kesekî ku tiştan bikirin namînin û wiha axivî: "Ev 5-6 mehan bondorê li me dike. Qezenca me jixwe kêm e, bêhtir zirarê dikin. Ji çarî ancax yekî qezenc dikin. Heka meha 11'emin qezenca me pir kêm e. Malbatên ku hejmara wan zêde ne diçin. Ji ber ku hejmar zêde ye qezenca wan çêdibe. Lê li wan deran perîşan dibin."

'Ji 5'î 1 kêm bû'

Esnafê bi navê Ozan Ozsoy jî anî ziman ku hin rojan bêyî siftah bikin dikanên xwe digirin û wiha got: "Bi vî mehê re karê me kêm dibe. Kesên ku ji me tiştan dikirin diyar in. Dema ku ew diçin em jî sihtah natin û dikanan digirin. Qezenca me her kêm dibe. Berê 2 hezar, 2 hezar û 500 qezenca me çêdi.û. Lê niha acax mehê 500 TL qezenca me çêdibe."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN