'Ji paşerojê ders nehatiye derxistin'
STENBOL (DÎHA) - Serokê SODEV'ê Ercan Karakaş diyar kir ku rakirina destnedayîna parlamenterên HDP'ê ji bo siyaseta azad û aştiyê sûdewar nîne û berovajî vê dê aloziyên herî kurtir bike. Parlamentera CHP'ê yê berê Bînnaz Toprak jî anî ziman ku rakirina destnedayîan hêvîyên aştiyê bi temamî daye bera vê. Wezîrê berê Ziya Halîs jî rakirina destnedayînên parlamenterên DEP'ê bi bîr xist û nirxandina "ji paşerojê der nederxistin tiştetî xemgîn dike ye" û bang li parlamenterên CHP'ê yên dengê "na" bi kar anîne bi parlamenterên HDP'ê re tevbigerin û mijarê bibin AYM'ê.
Qanûna ku wekî "darbe" tê binavkirin û destnedayînên parlamenterên HDP'ê radime bi tifaqa AKP, MHP û CHP'ê hate pabûlkirin û bi vî renî li hemberî siyaseta demokratîk darbeyeke mezin hate lêxistin. Serokê Weqfa Sosyal Demokrasî (SODEV) û parlamenterê berê yê CHP'ê Ercan Karakaş, wezîrê berê Ziya Halîs û parlamentera berê ya CHP'ê Bînnaz Toprak rakirina destnedayînan û helwesta CHP'ê nirxandin.
'Li dijî siyaseta azad û aştiya civakî darbe'
Serokê SODEV'ê Ercan Karakaş diyar kir ku biryar ne li gorî hiqûq û qanûna esasî ye. Karakaş destnîşan kir ku qanûna heyî ya têkîldarî destnedayînan jixwe ne li gorî standartên gerdûnî bû li şûna bê rojanekirin, rakirina destnedayinan dibe ku ji bo hilbijartinên pêşwext amadekarî be. Karakaş got ku rakirina destnedayînan ji bo siyaseta azad, aştiya civakî û çareserkirina pirsgirêtn civakî sûdewar nîne û berovajî vê dê aloziyê kurtir bike. Karakaş diyar kir ku mijara destnedayînan ji civakê re şaş hate ragihandin, hate manuplekirin. Karataş derbirî ku mijara destnedayînan wekî dê destnedayînên hemû parlamenterên ku sûc kirine dê bê rakirin ji civakê re hate ragihandin lê hedef HDP bû, CHP jî divê teqez vê mijarê bibe Dadgeha Qanûna Esasî, ev biryara ku AYM jî nikare erê bike tu caran nikare pêk bê.
'Hêviya aştiyê bêhtir berhewa bû'
Bînnaz Toprak ê jî got ku bi rakirina destnedayînan ve hêviya aştiyê bêhtir berhewa bû û şer jî dê kurtir bibe. Toprak anî ziman ku helwesta CHP'ê jî êrênî nebîne û wiha axivî: "Hêvîdar in darz dê vî rewşa ku Tirkiye di nav de ye, mirovên ku dimirin li ber çavan bigire û ji bo kesên ku aştiyê dixwazin dê nebaş be bibîne û negire û neavêje girtîgehê. Divê biryar biçe AYM'ê." Toprak got ku dê li Tirkiyeyê şer kurtir bibe û divê CHP vî biryarê bibe AYM'ê.
'Ji paşerojê ders dernexistin tiştemî xemgîn dike ye'
Ziya Halîs jî di vî pêvajoyê de polîtîkaya Tirkiyeyê şikestiye û rakirina destnedayînan dê civakê parçe bike û şer kurtir bike. Halîs derbirî ku di 1994'an de jî pêvajoyên dibişe vê hate jiyîn û wiha axivî: "Ji bo çareserkirini pirsgirêka kurd ji derxistina meclîsê encamê nayne. Vî rêbazê ji nû ve ceribandin, ji paşerojê ders dernexistin xemgîn dike. Texmîn dikim ku ev biryar a li dijî qanûna esasî ye dê ji AYM'ê vegere." Halîs bang li parlamenterên CHP'ê yên dengên "na" bi kar anîn jî kir û wiha got:" Bi parlamenterên HDP'ê re mijarê bibin AYM'ê, Tirkiyeyê ji vî rewşê xilas bikin."
(sa)