DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Bi HDP’ê re gelên Tirkiyê ji meclisê tên tasfiyekirin

 
22 Gulan
09:11 2016

ENQERE (DÎHA) - Partiya Demokratîk a Gelan wekî vîna gelê kurd, tirk, ereb, elewî, ermenî, êzîdî, misilman, sosyalist, femînist û hemû jinan ket meclîsê. Ji her bawerî, çand û civakê wekîlek hilbijart û ket meclîsê. Bi dersînorkirina meclîsê ya HDP'ê de dê vîna hemû bawerî û gelan ji meclîsê bê tasfiyekirin.

Îxtîdara AKP'ê bi fermana Serokomar Erdogan û piştgiriya CHP û MHP’ê rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê erê kir. AKP, CHP û MHP bûn yek û rê li pêş tasfiyekirina HDP'ê ya meclîsê vekir. Nûnerên rêxistinên demokratîk û hilbijîerên HDP'ê wekî “darbe” ya siyasî bi nav kirin û li gelek bajaran bi girseyî bertekên xwe anîn ziman. Bi tasfiyekirina HDP'ê gelek nasname, bawerî û rengê ciaka Tirkiyeyê jî hat tasfiyekirin. Tenê ne kurd, di şexsê HDP'ê de elewî, Misilman, turkmen, ermenî, karker, akademisyen, jin, ekolojist, û behemû bawerî, raman û çînên li Tirkiyeye hatin tasfiyekirin. HDP ji bo bibe deng û rengê hemû kesan xwest projeya demokrasî û azadiya gelan bibe meclîsê û hemû reng û baweriyan li meclîsê biparêze. Bi vê pojeya demokratîk xwest nasnameya hemû civakên li Tirkiyeyê di meclîsê de temsîl bike. HDP di 7'ê Hezîranê de bend derbas kir û ji sedî 13 deng girt. Her wiha bi 80 wekilan ket meclîsê. Lê piştî AKP hêza HDP'ê dît darbeya siyasî pêk anî û hilbijartin betal kir. Di 1'ê Mijdarê de bi zorê hilbijartina duyemîn pêk anî. Li gel vê yekê HDP, dîsa di Tirkiyeyê de bû partiya 3'yemîn. Bi ketina HDP'ê ya meclîsê re vîna gelê kurd, tirk, ermenî, êzîdî, elewî, ereb, misilman, sosyalîst, jin, ekolojîst û femînîstan bir meclîsê û nûnertiya tevan kir. Piştî HDP ket meclîsê hewl da bibe deng û vîna wan mafê wan biparêze.

Ji wekîla jin a êzîdî re 5 fezleke

Ji wekîla jin êzîdi û kurd ya HDP'ê Feleknas Uca ku di 7'ê Hezîranê de qezen kir û ket meclîsê, piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê disa ket meclîsê. Lê niha deriyê meclîsê li wê tê girtin. Der barê Uca de 5 fezlekeyên cuda hatiye amadekirin û dixwazin wê derxin dervê meclîsê.

Dixwazin wekîlên suryaniyan jî derxin dervê meclîsê

Di dîrokameclîsê de wekîlê yekem û ewil ê suryanî Erol Dora ku ji HDP'e ket meclîsê der barê wî de 2 fezleke hatin amadekirin û dixwazin wî ji derxin dervê meclîsê.

Dixwazin dengê elewiyan jî qut bikin

HDP’ê girîngi da bawerî û çandê gelan û ji bo vîna hemû baweriyan bipareze hembêza xwe li namzetên elewî ji vekir û Di 1'ê Mijdarê de ji Dêrsimê wekilê Elewî Alican Onlu di bin baneye xwe de bir meclîsê û vîna gelê elewî temsîl kir. Dîsa wekila elewî û jin Besime Konca u wekîl Erdal Ataş di bin baneyê HDP'ê de ketin meclîsê û vîna gelê elewî temsil kir. Lê AKP her dem êrîşî gelê elewi kir û der barê 3 wekilên HDP’ê yên elewî de bi giştî 12 fezleke amade kir û dixwazin dengê elewiyan jî qut bikin.


Dixwazn hemû beşên çep û sosyalîst jî derxin dervê meclîsê

Ji ber ku AKP'ê hemû wekîlên HDP’ê kirine hedefa xwe dixwaze hemû reng û baweriyên cuda ji meclîsê baqij bike. Ji ber vê yekê der barê wekîlên cep û çepgir Ertugrul Kurkçu, Sirri Sureyya Onder, Erdal Ataş û Figen Yuksekdag, fezleke amade kirin û dê hewl bidin ku wan jî derxin derve meclîsê. Der barê 4 wekîlan de bi giştî 44 fezleke hatin amadekirin.

Dê milê mor jî bê tasfiyekirin

Ji partiyên meclîsê herî zêde HDP'ê nûnertiya jinê parast û herî zêde HDP'ê jin derbasî meclîsê kir. Ji 59 wekîlan 23 wekîlên jin derbasi meclîsê kir. Ji 550 wekîlan ji sedî 14 nûnertiya jinê hebû. HDP’ê bi projeya ji sedî 50 vîna jinê ket hilbijartinê û di nava partiyan de herî zêde cih da jinan. Der barê 21 jinan de bi giştî 232 fezleke hatin amadekirin û bi vê yekê rê li pêş vîn jinê û vîna mor bigirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN