Rêxistinên elewî: CHP deriyê dîktatoriyê li pêş AKP'ê vekir
ÎZMÎR (DÎHA) - Sazî û rêxistinên Elewî yên Îzmirê bertek nîşanî plana "Darbe" ya AKP, MHP û CHP'ê dan û diyar kirin ku ew dê têkiliyên xwe yên bi CHP'ê re di ber çavan re derbas dikin. Rêvebere Komeleya Elewiyan Demokratîk Huseyin Ozan, anî ziman ku AKP'ê kaosa welat xist rojeva meclîsê û ev êrîşa li dijî civakê ye û CHP'ê rê li pêş dîktatoriya AKP'ê vekiriye.
Bi fermana Serokomar Erdogan û hewldana AKP, MHP û CHP'ê rê li pêş destnedayina wekîlên HDP'ê hat vekirin. Komele û rêxistinên elewî bertek nîşanî vê hewldana AKP, MHP u CHP'ê dan û anîn ziman ku dê tirkeye têkeve nava aloziyek kûr. Nûnerên saziyên elewî anîn zimîn ku ev darbeya li hemberî demokrasiyê ye. Serokê Cemxaneya Narlidere Mustafa Aslan, anî ziman ku piştgiriya CHP'ê ya ji bo erêkirina destnedayînê xeyalê hemû kesan şikandine û CHP dê hesabê bide dirokê.
Aslan, xwest hemû kesên demokrasiyê dixwazin bi HDP'ê re tev bigerin û bi taybeti gelê kurd ê elewî li dijî êrîşên li ser kurdan û elewiyan têkoşîna xwe bilind bikin. Aslan, xwest rêxistinên elewiyan têkiliyên xwe yên bi CHP'ê re ji nûve di ber çavan re derbas bikin. Aslan, bang li CHP'ê jî kir û xwest helwesta xwe di ber çavan re derbas bike.
CHP'ê derî li pêş dîktatoriya AKP'ê vekir
Rêveberê Komeleya Elewiyên Demokratîk a Îzmîrê Haseyin Ozan jî anî ziman ku rakirina destnedayînê darbe û êrîş li hemberî tifaq û hevpariya gelan e. Ozan, da zanîn ku piştî HDP'ê êdî nasnameyên din jî di meclîsê de cih girtin û HDP ji bo gelan hevî bû. Ozan, anî ziman ku CHP'ê ji plana darbeyê re gotiye Erê û ev êrîşa li hemberî vina civakê ye û wiha got: "CHP'ê bi vê helwesta xwe rê li pêş dîktatoriya AKP 'ê vekiriye."
Xincer li pêşeroja Tirkiyeyê xistin
Ozan, anî ziman ku CHP jî dê para xwe ji vê polîtîkayê bistîne û CHP bi erêkirina vê yekê re bû perçeyê zalim û zilmê û wiha got: "Meclîsê bi vê helwesta xwe xincer li pêşeroja Tirkiyeyê xist. CHP jî bû şirîkê vê yekê.
Seroka Komeleya Pir Sultan Abdal a Karabagiyan Elif Bakir jî bertek nîşanî helwesta CHP'ê da û anî ziman ku êdî tabloyek xemgîn û bê hêvî li pêş elewiyan e û wiha got: "Divê mirov ji vê helwesta CHP'ê ya erêkirina zagona darbeyê re şaş nemîne. Ji ber ku helwestek CHP'ê ya bi îstîkrar û biryar tune. 2 gavan pêş ve 2 gavan paşve diçe."
Darbeya herî mezin CHP'ê li demokrasiyê da
Bakir, anî ziman ku vîna 6 milyon mirov tune hatiye hesibandin û darbeya herî mezin CHP'ê li demokrasiyê daye. Bakir, bilêv kir ku AKP, CHP û MHP ji bo HDP'ê di nava xwe de bi helînin bûn yek.
(mae)