DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Fûara Pirtûkan a Amedê cuda ye!

 
22 Gulan
09:08 2016

AMED (DÎHA) - Di Fûara Pirtûkan a Amedê ku pirtûkhez gelek eleqe nîşan didin, weşanxane jî kêfxweş in. Berpirsyarê Firotinê ya Weşanên Îthakiyê Barnas Aşar diyar kir ku xwe di cihaneke cuda de dîtine, li gorî fûara Îzmîrê li Amedê atmosfereke cuda heye. Ji Weşanxaneya Aramê Denîz Babîr jî diyar kir ku ligel astengkirinan cihê xwe di fûarê de girtine û ji xeta xwe ya weşanê tawîz nedane.

2'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ve li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi naveroka "Azadî" hatiye vekirin eleqeyeke mezin dibîne. Nûnerên weşanxaneyan der barê fûara 6 rojan de nêrînên xwe parve kir. Berpirsyarê Firotinê ya Weşanên Îthakiyê Barnas Aşar anî ziman ku li cografyaya bi êş de mirov bi hestiyarê nêzik dibin û ligel hemû şertên neyînî û pêkûtiyan gelê Amedê eleqeyeke mezin nîşan dane. Aşar bilêv kir ku fûarê hiştiye ku cuhaneke cuda bibînin û li gorî fûara Îzmîrê li fûara Amedê wekî ku hatine welatekî din.

'Eleqeyeke mezin heye'


Endamê Kordînasyona Fuarê Mehmet Çakmak jî diyar kir ku wan bermaneyên ku plan kirine pêk anîne û bi eleqeyeke mezin hatine şopandin. Çakmak got ku ji gelek welatan beşdarên fuarê hebûn û pirsgirêkeke teknîkî nejiyane, fuar rastî eleqeyeke mezin hatiye.

Ji bo bîranînên gerîla eleqeyeke mezin

Ji Weşanxaneya Aramê Denîz Babîr jî anî ziman ku ji xwendevanan eleqeyeke mezin dîtin, lê rastî gelek astengiyan jî hatine ligel vê yekê jî gelê Amedê piştgirî daye. Babîr diyar kir ku herî zêde bîranînên gerîla eleqe dibînin.

'Me ji xeta weşanê tawîz neda'

Babîd wiha berdewam kir: "Îsal li dijî Weşanxaneya Aramê gelek pêkûtî hebû. Li Wan û Îzmîrê gelek pêkûtî û astengî hatin kirin. Kargoyên me hatin desteserkirin. Lê me ji xeta xwe ya weşanê tawîz neda. Ligel hemû pêkûtiyan me li ber xwe da. Me di fuara Amedê de jî cihê xwe girt. Bi rojan e eleqeya gel heye. Ev jî me kêfxweş dike."


Ji Weşanên Sel Bîlge Sanci jî destnîşan kir ku beşdarî gelek xurt bû û ji ber vê kêfxweş bûne, ji ber atmosfera polîtîk wan texmîn dikir ku dê eleqe kêm bibe lê ne wisa bûye, ji bo standan eleqe gelekî zêde bû. Sanci da zanîn ku li Amedê ji bo roman, pirtûkên wêjeyî, pirtûkên werger, teorî û yên jinana gelek eleqe hebû.

Ji Weşanên Evrenselê Onur Ozturk jî bilê kir ku ji bo weşangeriya kurd Fuara Pirtûkan a Amedê xwedî ciheke girînge e, ji ber ku TUYAP nayê bajar Şaredariya BAjarê Mezin ev peywir girt ser xwe ji ber vê yekê jî girîngiyê didin, ligel şer dîsa vekirina fuarê pir watedar bû. Ozturk got ku welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkan dane.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN