DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Feraset a dewletê neguherî'

 
21 Gulan
19:51 2016

AMED (DÎHA)- Li pêşangeha pirtûkan arasteyî pirtûka rojnameger Cengiz Mûmay a bi navê "Ne Çok Terorîst Vûrûlmûş" bi moderatoriya rojnameger Celal Baslangiç, li Tirkiyeyê mirina sivîlan û bêsezayîtî hat guftûgokirin. Başlangiç anî ziman ku di avakirina komarê de feraset neguherî û nirxandina "Di 1925'an çawa bû, niha jî wisa ye. Bo vê bi heman pêkanînan tu encama nayê wergirtin" kir. Mûmay jî wiha got: "Li gel îşkence û lêdanan, bi darê zorê xwarina pîsîtiyê, niha jî bi top û obusan avahî kirine hedef. Di vê heyama zilm û zoriyê de bo me hemûyan ez daxwaza hêviyê dikim."

Li 2'yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê li Galeriya Hunerê ya Amedê di baregeha çalakiyên li pêşangehê de bi moderatoriya rojnameger Celal Başlangıç arasteyî pirtûka " "Ne Çok Terorîst Vûrûlmûş" a rojnameger Cengiz Mûmay de kuştina sivîlan hat guftûgo kirin.

Di gotûbêjê de rojnameger Başlangıç dest nîşan kir ku mirina sivîlên di bûyer û şerên dêmên dawî de ji hêlekê ve dişibe yên salên 90'î û axivî: "Li gor hizr û têgihiştina min di liv û tevgera dewletê de tu cihêtî xwe nedane der. Lê di navbeyana berxwedana gelê kurd ya wê demê û niha de cihêtî heye."

'300 mirov hatin qetilkirin tu kes neçû'


Başlangiç bi bîr xist ku di salên 90'î de li Cizîrê hema bêje derî û paceyên hemû malan hatin şikandin, bi sedan kes hatin binçavkirin û li ser vê Serokê SHP'ê Erdal Înonu çûye herêmê û li gel vê diyar kir ku îro 300 mirov hatin qetilkirin lê tu kes neçûye herêmê. " Her wiha Baslangiç qala feraseta dewletê ya ji avakirina komarê heta niha ya li hemberî kurdan jî kir û wiha got: "Di 1925'an çawa bû, niha jî wisa ye. Bo vê bi heman pêkanînan tu encama nayê wergirtin."

Rojnameger Cengiz Mûmay jî diyar kir ku di pirtûka wî de derbareyê kuştina 77 sivîlan de agahî hene û ev bi awayekî derketine pêşberî huqûqê. Mûmay da zanîn ku di 5 mehê dawî de 500 sivîl hatine kuştin lê belê derbareyê van kuştinan de tu dosyayek tune ye û got, divê ê mayî vê wek peywirê esas bigirin û dosyayekê amade bikin.


Mûmay wiha axivî: "Zêdeyî 9 salan min li bûyeran temaşe kir. Lê di vê heyamê de hema bêje ez bi her awayî di nav bûyeran de bûm. Di nav hin bûyeran de tişta bala min kişand, wek terorist lansekirina mirovên hejar bû. Bi tu awayî kiryarên van bûyeran nehatin darizandin. Halbûkî di 44 bûyeran cihê de kuştina 77 mirovî heye. Min di kitêba xwe de wek bûyerên di dêmên dawî de vegot."


'Ez bo me hemûyan daxwaza hêviyê dikim'

Her dawî Mûmay diyar kir ku wî halê Sûrê yê dawî dîtiye û wiha got, "Li gel şkence û lêdanan, bi darê zorê xwarina pîsîtiyê, niha jî bi top û obusan avahî kirine hedef. Di vê heyama zilm û zoriyê de bo me hemûyan ez daxwaza hêviyê dikim."

(red/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN