DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Fûara Pirtûkan a Amedê eleqeyeke mezin dibine

 
21 Gulan
15:29 2016

AMED (DÎHA) - Fûara Pirtûkan a Amedê di roja 5'emîn de bi standên weşanxaneyan û panelên tên dayîn ve eleqeyeke mezin dibîne.

2'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ve li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi naverota "Azadî" hatiye vekirin di roja 5'emîn de bi eleqeyeke mezin didome. Jibilî standên pirtûkan panelên ku tên dayîn jî eleqeyeke mezin dibînin. Panela Îsmaîl Beşîkçî ya bi navê "Di sala sedemîn de peymana Sykes-Picotê û Kurdistan" eleqeyeke mezin dît.

Beşîkçi di panelê de axivî û diyar kir ku li Kurdistanê sînor tuneye, ji aliyê desthilatdaran ve hatin parçekirin her parçeyekî wî ji aliyê desthilatdaran ve hatiye dagirkirin. Beşîkçî da zanîn ku li Kurdistanê di encama şerê desthiladariyê ya desthilatdaran tu statu nemaye û di encama polîtîkaya parçekirinê ya desthilatdaran encameke wisa derketiye holê.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN