DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Wêjeya devkî bi nivîsê nemir dike

 
21 Gulan
09:41 2016

MANÎSA (DÎHA) – Li Manîsayê şivan Yakup Meşe, ku li stran û destanên kurdî guhdar dike, hemûyan dinivîse û wan nemir dike. Meşe, çîroka Xezala Mendol Axa û pirtûkên Azadî, Gulizer, Destana Çemé Çetelé, Laşé Béseri, Xezala Mendol Axa nivîsand.

Dîrok û çanda kurdan heta niha bi wêjeya devkî heta îro xwe parastiye û gihiştiye îro. Di demên dawî de gelek stran û destanên bi hêz û pira dengbêjiyê hatin heta îro, winda dibin. Ji bo ku stran û destan winda nebe, şevanê bi navê Yakup Meşe ku li Manîsayê şivantiyê dike, ji bo ku ev deng û awazê dîrokê diparêze winda nebe dest bi nivîsandina wêjeya devkî kir. Şivan Meşe destana Çemé Çetelé ewil bi kurdî û tirkî dinivîse. Meşe, helbest û destan kirin nivis û pirtûka bi navê Xezala Mendol Axa çap kir. Meşe pirtûka çap kir li zarokan belav kir.

Meşe ku di sala 1965'an de li navçeya Erdîşa Wanê ji dayik bû, demek dirêje debara xwe bi sewalkariyê dike û şivantiyê dike. Meşe her roj li stran û helbestên kurdî guhdar dike û bi awaz û stranên dengbêjan mezin bûye. Meşe, bi boneya berhem û hunera devkî ya dîrok û çanda kurdan heta îro parastiye nemir bike ji devkî dike nivîskî. Meşe, di pirtûka xwe ya ewil de strana Çeme Çetelê ya Kavis Axa nivîsand û nemir kir. Meşe Destana Çemé Çetelé tev nivîsand û êdî mîsoger kir.

Xezala Mendol Axa

Meşe dest bi nivîsandina Destana Çemé Çetelé ji kir û pirtûka Xezala Mendol Axa nivîsand. Meşe çîroka Xezala Mendol Axa bi kurdî nivîsand û bi awayekî xwezayî û herikbar li ser kaxizê rokir. Di pirtûkê de çiroka evîna Xeça Mendol Axa Xezal û kurê Elo Mehmet Paşa Derveş tine ziman.

Meşe heta niha pirtûkên Azadî, Gulizer, Destana Çemé Çetelé, Laşé Béseri, Xezala Mendol Axa nivîsand.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN