DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Demîrtaş: Tu hevalên me naçin îfadeyê nadin - DEQEYA DAWÎ

 
20 Gulan
17:56 2016

ENQERE (DÎHA) - Piştî daxwaza darbeyê li meclîsê hat derbaskirin, civîna Koma HDP'ê bi dawî bû. Piştî civînê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna wan hêj nû dest pê dike. Demirtaş, anî ziman ku tu hevalên wan dê neçin îfadeyê nedin û wiha got: "Em li vir bang li dozger û dadgeran dikin. Tu hevalên me ji xweber nayên îfade nadin. Wekî tiştekî asayî em nêzîk nabin. Ancak bi zorê hevalên me bibin dadgehê. Meclîs malê gel e, Ne malê tu kesî ye. Yên zêde ne em in, yên zêde kesên me li vir naxwazin in. Em dê hem meclîsê û hem dervê meclîsê li Rêvberê Qasabayê yê ku li Qesrê rûdinê teng bikin. Em dê bibînin ku kî mafdar e kî ne mafdar e. Kî heq e û ne neheq e."


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN