DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Duyemîn romana kurdî li fûarê ye

 
20 Gulan
14:51 2016

AMED (DÎHA)- Duyemîn romana kurdiya kurmancî "Kurdêd Elegezê" ya ji aliyê Erebê Şemo ve bi tîpên kirilî hatibû nivîsandin û heta niha nehatibû latînîzekirin, bi alfabeya latînî ya kurdî li 2'yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ye.

Li 2'yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ya bi dirûşmeya "Li warê şaristaniyan,li ber ronahiya pirtûkan" û bi têmaya "Azadî" ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di 17'ê gulanê de hat lidarxistin û dê heta 22'yê gulanê bidome, bi çalakiyên cur bi cur didome. Li pêşangeha îsal li gel panel, seminer û gotûbêjên hunerî û civakî, gelek berhemên ku wendayî û heta niha raya wêjeya kurdî jê bêpar mayî jî, li gel xebat û lekolînan bi dest ketine û hatine çapkirin û niha hin ji wan li pêşangeha pirtûkan li standan cihê xwe girtine.

Yek ji van berheman jî romana Erebê Şemo "Kurdêd Elegezê" ye, ku di sala 1936'an de bi alfabeya kirîlî hatiye nivîsandin, lê heta niha qet nehatibû çapkirin. "Kurdêd Elegezê" îsal ji aliyê Rêdûr Dîjle ve ji kirîlî bo latinî hat veguhastin û latînîzekirin û ji aliyê Weşanxaneya Belkiyê ve hat çapkirin.


Di pêşgotina romanê de tîpguhêzêr derbareyê roman de wiha dibêje: "Kurdêd Elegezê 2'yemîn romana klasîk a edebiyata kurdiya kurmancî ye. Ne li bakur û ne jî li dîasporayê heta niha bi awayekî xweser û latinî nehatibû çapkirin.

Bo tarîxa edebiyata kurdî giring e

Piştî 'Şivanê Kurmanca' bi salekê hatiye nivîsandin. Her çiqas ji aliyê edebî ve ne berhemeke zexm be jî, lê bo tarîxa romana kurdî girîng e."

'Li ser asasên sosyalîzmê ye'

Tîpguhêzêr di pêşgotinê de diyar dike ku Kurdêd Elegezê romaneke biyografîk e û derbareyê muhtewayê de van agahiyan dide: "Bi muhtewaya xwe li ser asasên realîzmê, fêmdarî û suxtekariya sosyalîzmê ye. Li dijî kûlak, axa, beg, pîr, şêx, beg û desthilatdara, kevnperest û ziyandara ye. Hişmendiya proleterî dide der."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN