DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Pirtûkên gerîlla li Fuarê rastî eleqeyek mezin tên

 
20 Gulan
13:04 2016

AMED (DÎHA) - Pirtûkên gerîlla yên li Fuara Pirtukan a Amedê ku ji Weşana Aramê hatine çapkirin rastî eleqeyek mezin tên.

2'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat amadekirin û heta 22'ê Gulanê berdewam bike di roja 4'an de bi eleqeyek mezin didome. Di fûara pirtûkan de pirtûkên bîranînên gerîlla yên ji weşana Aramê hatine çapkirin rastî eleqeyek metin tên. Bi taybetî pirtûkên ku bîranîn û serpêhtatiyên gerilla vedibêjin û der barê wan e lêpirsîn hatine vekirin ji aliyê xwendevanan ve eleqeyek metin dibînin. Bi taybetî pirtûka "Dema dirîreşkan e" ku ji aliyê Murat Turk ê li Girtîgeha Tîpa 2 a Tîpa F a Kiriklarê ve hatiye nivîsandin û pirtûka Tabûra Kazirga ku ji aliyê Mehmet Sebatli ve hatiye nivîsandin rastî eleqeyek metin tê. Dîsa pirtûka Siyasetmedara kurd Sakine Cansiz ku li Parîsê hat qetilkirin a bi navê "Di jiyana min de her dem şer hebû" rastî eleqeyek metin tê. Bi taybetî nêzî 100 pirtûkên ku ji weşana Aramê hatine çapkirin rastî eleqek mezin tên. Pirtûka Kuantum a Guhertina Paradîgmayê ku ji aliyê Sinan Şahin ve hatiye nivîsandin jî rastî eleqeyek metin tê.

Pirtûkên ku di fûara Îzmirê û Wanê de rastî eleqeyek metin hatin, di fuara pirtûkan a Amedê di roja duyemîn de rastî êrişa polisan hatin. Polîsan bi ser standa Weşana Aramê de girtibû û afîşên Siyasetmedara kurd Sakine Cansız ku li Parisê hatibû qetilkirin û Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetelli Ersoz desteser kiribûn. Di serdegirtina standê de xebatkara Aramê Emine Ozkeskin hatibû binçavkirin û piştre serbest hatibû berdan.

Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Deniz Babir, diyar kir ku ji roja destpeka fuarê heta niha polîsên TEM'ê her roj tên ser stantê û gefan li wan dixwin. Babir, anî ziman ku li cem wan ne pirtûkên bê bandrol û ne jî biryara komkirinê hene.

Babir, da zanîn ku bi zanebûn zextan li ser weşanê pêş dixin û ev êrîşên li dijî wan pêk tên bi biryara navendê ye. Babir, da zanîn ku dema çûn fuara Îzmirê jî pirtûkên wan li Kirşehirê hatin desteserkirin. Li wanê jî 2 caran bi çekan êrîşî standa wan kirin.

Etîdorê Weşana Aramê Ulaş Guldiken jî anî ziman ku xebatkarên wan her dem di bin gefa polîsan de ne û wiha got: "Bi hinceta hêmanên sûc heye gelek pirtukên me hatin desteserkirin. Ev hewldan saboteya vînê ye. Bi taybeti dixwazin aram û xwendevanên xwe ji hev dûr bixe û pirtûkên Aramê neyên xwendin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN